8 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Tê payîn îro rojnamegeran derxin dadgehê

9 rojnamegerên ku hatibûn binçavkirin, karê îfadeyê temam bû. Tê payîn ku rojnamegeran îro sewqî edliyê bikin.

Di 23’yê nîsanê de bi serdangirtinên malan ên li Stenbol, Enqere û Rihayê hatine kirin de nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Esra Solîn Dal û Mehmet Aslan, xebatkarê Rojnameya Yenî Yaşamê Enes Sezgîn û kedkarên Çapemeniya Azad Saliha Aras, Yeşîm Alici, Beste Argat Balci, Şîrîn Ermîş û Erdogan Alayûmat û nûçegihanê MA’yê yê berê Dogan Kaynak hatin binçavkirin.

Karûbarên wergirtina îfadeyên rojnamevanên 4 roj in li Midûriyeta Polîsan a Stenbolê di bin çavan de tên ragirtin temam bûn. Li gorî agahiyên ji parêzeran hatin wergirtin, polîsan pirsa saziyên ku rojnamevan lê dixebitin û pirsên ku sazî girêdayî rêxistinan kirine pirsîne. Di heman demê de ji rojnamevanan parvekirinên wan ên li ser platforma X’yê hatine kirin û qeydên TAPE’yan hatine pirsîn. Parêzeran diyar kir ku ji rojnamevanan nûçeyên ku şopandine hatine pirsîn û ji rojnamevanên jin jî têkildarî Komeleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKG) pirs hatine pirsîn.

Parêzeran bi lêv kirin ku ji rojnamevanên jin re pirsên ku çima tev li civînên çapemeniyê yên komeleyê bûne û armanca wê çi ne hatine kirin.

Nûçegihanê MA’yê Mehmet Aslan ê li Midûriyeta Polîsan a Enqereyê tê ragirtin li midûriyetê mafê xwe yê bêdengiyê bikaranî ye. Hate zanîn ku Aslan, diyar kiriye ku dema hatiye binçavkirin “tewandina serî” lê hatiye ferzkirin li dijî vê pêkanînê ne xwestiye îfadeyê bide û dê sibê bi rêya SEGBÎS’ê îfadeyê bide dozgeriyê.

Li midûriyeta polîsan rojnamevanan mafê xwe yê bêdengiyê bikaranîn. Tê payîn ku îro rojnamegeran sewqî edliyeyê bikin.