7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Diz êdî ketine bêrîka me’

Qeyrana aborî herî zêde bandorê li ser muşterî û esnafan dike. Ji ber dolar û mazot buha dibe, esnaf nikarin malê xwe bifiroşin û muşterî jî nikarin pêdiviyên xwe bistînin.

Li Tirkiyeyê ji ber ku mazot, benzîn û buhayê dolar û euro li hemberî lîrayê tirk zêde dibe, qeyrana aborî kûr dibe. Buhabûna dowîz û mazotê bandorê li ser hemû alav û amûran dike. Ji ber vê yekê her ku diçe ked erzan dibe û saetên xebatê zêde dibe. Debara mirovan bêtir zor û zehmet dibe. Esnaf karker, kedkar û cotkar her roj li dijî vê buhabûnê bi gazinc in. Welatî û esnafên li navçeya Peyasa Amedê dijîn, ji ber ku kirîn û firotin zor bûye bi gilî û bertek in. Welatiyên ku diçin bazarê bêyî pêdiviyên xwe bistînin destvala vedigerin. Esnafên ku mal ji navendên hilberînê dikirin jî ji ber nikarin bifiroşin dikevin bin deynan. Beriya cejna Remezanê gelek welatiyan nikaribûn kêfa zarokên xwe bînin û pêdiviyên cejnê nekirîn. Kîloya şekirê cejnê par bi 100 lîreyî bû. Îsal 130-145 tl derbas kir. Kîloya goştê sor ji 200 tl yî derket 300-500 tl’yî

Deynê esnafan zêde dibe

Yek ji esnafê navçeya Peyasê Ensarî Yildirim anî ziman ku 5 sal berê rewşa aboriyê baş bû û wiha got: “Her roj rewşa aboriyê xerabtir dibe. Her roj buha dibe. Em êdî her tiştî bi deyn dikirin û em nikarin bifiroşin. Dema em difiroşin jî em zerar dikin. Ji ber vê yekê deynê me zêde dibe.”

‘Êdî nema debara me dibe’

Esnaf Abdûrrahîm Karadag jî diyar kir ku karê wan roj bi roj xerabtir dibe û wiha axivî: “Malê me 3 sal berê mal bi 5 lîreyî dikirî niha em bi 30 lîre dikirin. Ji ber ku her roj buhayê tiştan zêde dibe êdî em jî weke esnaf nikarin debara xwe ye malê bikin. Ev bandorê li ser muşteriyan jî dike. Em êdî nikarin debara malê bikin. Berê kesekî debara malbatekê dikir, lê niha 3-4 kes encax debara malbatekê bikin.”

‘Muşterî matmayî dimînin’

Karadag destnişan kir ku zêdebûna buhayê, mazot, dolar û euro bandorê li ser buhabûna hemû alav, amûr û xwurekan dike û wiha lê zêde kir: “Her roj mazot buha dibe. Ev bandorek neyînî li esnafan dike. Em nikarin ji bo sefere weke berê wesayitan kirê bikin. Îro kîloya goştê mirîşkê 100 lîre ye. Qîmeta pere nemaye. Em esnaf jî ji mehê heta mehê goşt dibin malê. Muşterî çav li buhayê xwarinê dikevin matmayî dimînin. Diz êdî ketine bêrîka me û mala me. Heta ku diz di malê de be tu carî aboriya rast nabe.”

Esnaf zerar dikin

Abdûlmecîd Karadagli jî destnîşan kir ku pergal li ser navê olê gel dixapîne û wiha got: “Desthilat her roj faîzê zêde dike. Mûçeyên xwe û kesên derdora xwe zêde dikin. 6 sal berê lîtreya mazotê bi 5 lîreyî bû. Niha 45 lîre derbas kir. Niha kîloya îsotê 60-70 lîre ye. Em 5 lîre heqê keda xwe lê zêde dikin, lê em dîsa nikarin debarê bikin. Em zerar dikin û kar nakin.”