28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Cezayên dîsplînê didin girtiyên di grevê de

Koordînasyona Şopandina Grevên Birçîbûnê da zanîn ku kontrolên bijîşkan nayên kirin û girtî bi cezayên dîsiplînê re rûbirû dimînin û bang kir ku divê demildest daxwaz bên qebûlkirin.

Koordînasyona Şopandinê ya Grevên Birçîbûnê ku Şaxên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) ên Îzmîrê û Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Girtiyan re ya Egeyê (Ege TUHAY-DER), di nav de cih digire, rapora xwe ya têkildarî girtîgehên herêma Egeyê aşkere kirin. Gelek parêzer tev li civîna çapemeniyê ya li Şaxa OHD’a Îzmîrê pêk hat bûn. Metna çapemeniyê Hevseroka OHD’a Îzmîrê Şukran Ozturk xwend.

Ozturk, diyar kir ku divê şertên înfazê yên ku li Tirkiyeyê her diçe giran dibin bên sererastkirin û anî ziman ku greva birçîbûnê ya bi daxwaza bi dawîkirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên li Girtîgeha Îmraliyê tên ragirtin û çareseriya demokratîk a kurd ji 27’ê mijdara 2023’yan ve li girtîgehan dest pê kirî sê meh li pey xwe hiştin.

Ozturk, anî ziman ku di encama serlêdanên li saziyên di nava Koordînasyona Şopandina Grevên Birçîbûnê de, nameyan û hevdîtin parêzeran de rapor hatiye amadekirin û wiha got: “Ji destpêka grevên birçîbûnê û vir ve li gorî agahiyên di encama hevdîtinên bi girtiyan re hatin kirin de; rêveberiyên girtîgehan bi zanebûna mafên tibî yên girtiyan hene tev negeriyane. Tê fikirîn ku heke pêşî li vê neyê girtin ji ber ku li gorî mafên tibî yên girtiyan nehatine tevgerîn wê di dema pêş de ji bo tenduristiya girtiyan encamên mayinde û girantir çêbibin. Divê neyê jibîrkirin ku girtiyên ku greva birçîbûnê ya demkî û bidorveger didomînin mafê wan ê tedawîkirina tibî heye.”

‘Kontrolên tenduristiyê nayên kirin’

Ozturk, bal kişand ku li gelek girtîgehan di bin çavderiya bijîşkan de greva birçîbûnê nayê şopandin, qismekî bijîşkan li gorî exlaqa pîşeyê nêzîk nabin û wiha berdewam kir: “Ne kontrolkirina tenduristiyê ya girtiyên di greva birçîbûnê de, şopandina bitendurist a pêvajoyê zehmet dike. Hate tespîtkirin ku li hin girtîgehan tê ferzkirin ku girtî ji bo kontrolên tenduristiyê biçin revîrê. Ji bo ku liv û tevgerên weke meşê enerjiya girtiyan dixwe, divê rêveberiya girtîgehan ji bo girtî heta revîrê biçin kursiyên biteker eyar bike.”

‘Vîtamîn nayên dayîn’

Ozturk, diyar kir ku vîtamîna B1’ê, xwê, şekir, lîmon û karbonat ku divê kesên di çalakiya grevê de ne mecbûr in bigirin, bi awayekî birêkûpêk nadinê û got: “Hate tespîtkirin ku vîtamîna B1’ê ji aliyê gelek rêveberên girtîgehan nayê peydakirin û ji ber vê yekê girtî nikarin vîtamîna B1’ê bigirin, li hin girtîgehan hewl tê dayîn vîtamîn weke B12 kompleks bê pêşwazîkirin û hin girtî jî vîtamîna B a kompleks jî nikarin peyda bikin.”

Cezayên dîsplînê û taloqkirina berdanê

Ozturk, da zanîn ku hawîreke hijyenîk a pewîst nehatiye pêkanîn û ev tişt gotin: “Gelek pirsgirêkên weke nekontrolkirina rojane ya bijîşkan, birîna cezayê dîsiplînê ya li girtiyan li dijî girtiyên di greva birçîbûnê de weke mûameleya nebaş û îşkenceyê tên nirxandin. Her wiha li gorî çavdêriyên koordinasyona şopandinê ligel çalakiya greva birçîbûnê êrişên li dijî girtiyan, cezayên hucre û dîsiplînê, taloqkirina berdanan û sirgun zêde bûne. Her wiha hat ragihandin ku bi taybetî bi cezayên dîsiplînê re girtî ji çalakiyên civakî bêpar tên hiştin û ji girtiyên din tên tecrîdkirin.”

Girtîgeha Îmraliyê

Ozturk, di axaftina xwe de tiştên ku di dema greva birçîbûnê de weke tibî bên kirin jî rêz kirin û got: “Di dema greva birçîbûnê de divê Wezareta Dadê ketina Komîteyên Şopandina Serbixwe ya ku ÎHD, OHD, ÇHD, TTB, parêzer û bijîşk jî di nav de ne, li girtîgehan qebûl bike. Bêyî ku girtî bikevin xetereya jiyanî divê Wezareta Dadê demildest tecrîda li ser Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên li Girtîgeha Îmraliyê tên ragirtin rake.”