5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bayindir: Ev meseleya azadiyê ye

Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir ê li navçeya Panosê beşdarî vekirina buroyê bû û diyar kir ku dê bi ser bikevin û wihagot: “Ev meseleya azadiyê ye.”

Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Panosê, namzetên xwe yên Hevşaredariyê yên Panosê pêşwazî kirin. Gel di ketina navçeyê de bi konvoyeke mezin namzet pêşwazî kir. Gel eleqeyeke zêde nîşanî namzetan da. Namzetên gihiştin Cadeya Wan û Agiriyê li vir ji aliyê sedan kesan ve bi awayekî bicoş hatin pêşwazîkirin. Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir û parlamentera DEM Partiyê ya Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît û bi hezaran kes tev li pêşwazîkirinê bûn.  Namzetê Hevşaredariyê yê DEM Partiyê yê Panosê Kerem Kirtay ê li vir axivî, diyar kir ku di xizmeta gelê navçeyê de ne û dê şaredariyeke adil, wekhev û azad bikin. Namzeta Hevşaredariyê ya DEM Partiyê ya Panosê Rojbîn Kartal jî wiha got: “Em tu caran bajarên xwe û vîna gelê xwe radestî hişmendiya qeyûm û talanker nekin. Em dest bidin hev û bi hev re bidawî bikin.”

Serhedî serî natewînin

Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir ê pişt re mafê axaftinê wergirt, diyar kir ku gelê Serhedê sed sal in li dijî zilmê têdikoşin û divê herkes tev li xebatên hilbijartinê bibe. Bayindir, da zanîn ku ew ber bi hilbijartinê ve diçin û kêm wext ma û wiha got: “Em bawer dikin ku em ê bi piştevaniya we vî karî bi dawî bikin. Gelê Serhedê sed sal in li ber zilmê serî netewandî ye. Em ê gund bi gun mal bi mal bigerin û gelê xwe qaneh bikin ku tev li hilbijartinê bibe. Ev ne meseleyeke partiyê ye, ev meseleyeke azadiyê ye. Heke tiştek ji destê we neyê dua bikin. Meseleya me ne şaredarî ye, meseleya me ew e ku em li welatê xwe bi awayekî azad û demokratîk bijîn. Em ji vir dîsa bang dikin, em kurd in em ê weke kurd bijîn. Ez ji vir bang li panosiyên ne li vir in dikim, îro ne roja xeyidînê ye werin em vê meşa pîroz bi hev re pêk bînin.”

Bayindir, anî ziman ku ji bo meseleya kurd bi awayekî demokratîk were çareserkirin çi hewce bike dê bikin û xwest demildest bi Ocalan re hevdîtin bê kirin. Bayindir  anî ziman ku ew ê bi piştgiriya gelê xwe meseleya kurd bi awayekî demokratîk çareser bikin û wiha bi dawî kir: “Îro di cîhanê de bi hezaran kurd li ser piyan e û daxwaza çareseriya pirsgirêka kurd û azadiya fizîkî ya Ocalan dikin. Em ji Serhedê bang dikin, roj roja çareseriyê ye. Gelê kurd dixwaze ku ji bo azadiya gelê kurd û ziman bi muxatabê pirsgirêka kurd re bikevin têkiliyê. Heke hûn dixwazin me nas bikin li berxwedana me ya sed salan a li Serhedê binêrin.”

Girseyê piştî meşê buroya hilbijartinê vekir.