6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hatîmogûllari: Em li dijî tifaqa JÎTEM’an tifaqa gel ava dikin

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari diyar kir ku ew ê li Qaxizmanê bi ser bikevin û got: “Em li dijî tifaqa JÎTEM'an tifaqa gel ava dikin."

Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari, beşdrarî hevdîtinên bi gel re ya li Qaxizmanê bû. Gel, Hatîmogûllari û şandeya pê re bi konvoyek mezin û dahol û zirneyan pêşwazî kir. Namzetên hevşaredariyê yên navçeya Qaxizmanê Mehmet Alkan û Guner Hatay jî tev li hevdîtinê bûn. Namzetan li vir gel silav kirin û diyar kirin ku dê bi hev re bi ser kevin.

Hatîmogûllari jî destnîşan kir ku xelkê Qaxizmanê tu caran serî li ber zilmê netewandiye û wiha got: “Me silavên namzeta hevşaredariyê ya DEM Partiyê ya Bajarê Mezin a Enqereyê Gultan Kişanak aniye. Em di serdemekî gelek tarî re derbas dibin. Weke ku Qers, Erdexan û Îdir li derveyî sînorên me nêz dibin. Em li vir careke din dibêjin ku ji bo kesên me mehkûmî birçîtî û xizaniyê dikin deng tune ne. Qesrê û dûvikên wê ji bo di hilbijartinên xwecihî de bi ser kevin tifaqa JÎTEM’ê ava kirine. Tansu Çîller û Torosên Spî ji înfazên bêdaraz berpirsyar in. Tansu Çîller şandine qadan. Em jî li dijî Tifaqa JÎTEM’ê, tifaqa gel ava dikin. Em ê li Qaxizmanê bi ferqekî mezin bi ser kevin. Em ê bi navên kolanan ên bi kurdî û xizmetên xwe bidomînin. Em li vir ji kesên tehemûla kurdî nakin re dibêjin, gelê kurd heye û li vir e.”

Hatîmogûllari, destnîşan kir ku partiya wan partiya azadîxwaziya jinê ye û axaftina xwe wiha qedand: “Ji bo çareserkirina pirsgirêkên hemû bajar, navçe, bajarok û gundan em ê meclisê gel ava bikin û çareseriyê peyda bikin. Li vê herêmê ava vexwarinê jî nayê dayîn. Vê yekê ji bo me gelek dibînin. Genim û birincê em hildiberînin lê em ji derve dikirin. Li Qersê sewalkarî heye. Ev îktîdar angusan ji derve îxrac dike. Bi hatina xwe re em ê sewalkariyê teşwîq bikin.  Dê kooperatîfan ava bikin. Kirina van tiştan karekî zor nîne. Em ê ji bo xizmetê bixebitin. Em duh çawa xebitî bin, dê îro jî bi heman ferasetê bixebitin. Em ê vê bi hev re bikin. Em ê mal bi mal, tax bi tax bigerin û Şaredariya Qaxizmanê bi ferqekî mezin bi dest bixin.

Bi tayînkirina qeyûman re ji kurdan re dibêjin ‘hûn nikarin xwe birêve bibin, ez ê te birêve bibim.’ Me bêav, bêrê û bêpayerê dihêlin. Em ê van yek bi yek vebêjin. Em ê qala doza kompasê ya Kobanê bikin. Em ê kesên dibêjin ‘bila kurd dayika xwe nebîne’ û her cureyên îşkenceyê dikin vebêjin. Van tiştan em li gel gelê xwe bigerin û vebêjin.”