spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Serhildana gelê Swêdayê berdewame

Îro dîsa wekî her roja înê bi sedan xelkên bajarê Siwêdayê û gund û navçeyên wê herikîn qada çalakiyan a li navenda bajêr û peyama berdewamkirina serhildana gel a ji bo azadî û rûmetê dan

Li gorî saziya Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) hejmarek mezin ji welatiyên bajarê Siweydayê û gund û bajarokên derdora wê îro ber bi qada El-Kerame ya navenda bajêr ve herikîn da ku beşdarî xwepêşandaneke girseyî bibin. Xwepêşandêran bi vê yekê xwestin klu bêjin serhildana gel a li dijî rejîma Sûrioyeyê didome.  Di nava daxwaz û bangên gel daxwaza rûxandina serokê rejîmê, cîbicîkirina biryara 2254 û azadkirina girtiyan heye. Xwepêşandêran pankartên bi nivîsên “Medyaya xapînok ne ehmeq e, lê dibe ku bi ehmeqîtiya şopînerên xwe bawer e.” Li dijî medyaya alîgirên rejîmê hilda.

Xwepêşandêran girêdana xwe ya bi daxwazên xwe re nû kirin û daxwazên xwe wiha rêz kirin: Divê veguhestina aştiyane ya desthilatê pêk were, azadkirina hemû girtiyan û cîbicîkirina biryara navdewletî ya hejmar 2254 pêk were an na dê serhildana gel her bi biryardarî berdewam bike.