2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çi hejiya, çi hilweşiya, çi vejiya?

Me careke din bi her du çavên xwe dît û em bi dil, hiş û giyanekî kûr jiyan ku erd diheje lê kapîtalîzm û dewlet, dagirker-î, mêtinger-î, serdest-î û desthiltdar-î dikujin

Di rasteqîniya gehwer û bingeha pêkhatina gerdûn, xweza, rûyê erdê, heyber û giyandaran de zordarî nîn e. Têkiliyeke bûjenî û vejenî ya hevafirîner, hevtekûzker, hevxweyîker, hevgir û tevgir heye. Rasteqîniya hemû pêkhatin û pêkhateyan li gorî vê zagona herî xwezayî ya gerdûnî rû daye û teşe girtiye.

Erdhej jî heta astekê bûyerek ji bûyerên ‘xwezayî’ tê nirxandin. Belê, heta astekê… Lewre bi riya şer, dagirkerî, mêtingerî, desthilatdarî, zordarî û kedxwariyên cur bi cur ên ji aliyê hêzên ‘nêrîst’ ên weke modernîteya kapîtalîst / dewletîst û hemû hêzên serwer ên desthilatdar û mêtinger ve hemû hevsengî û ahengsaziya rûyê erdê û xwezayê hatiye serobinkirin; weke gelek tiştên ku di xweza û civakê de, li ser erdê, li bin erdê û li esmanan pêk tên, erdhej jî ji gelek milan ve ji bûyereke xwezayîbûnê derketiye û weke ‘bûyereke tolhildêr a xezebî ya xwezayê’ ya li dijî mirov, giyandar, heyber û jîngehên wan rû dide.

Di encamê de, bi deh hezaran / sed hezaran /milyonan mirov û giyandarên din jiyana xwe ji dest didin, birîndar dibin, koçber dibin, bi hezaran jîngeh hildiweşin û wêran û kavil dibin; yekparebûn, hevsengî û ahengsaziya cih û şûnwaran ji holê radibe; birçîtî, bêwarî, bêstargehî, bêewlehî, bêçaretî, penaberî, hejarî, perîşanî û gelek qeyran û aloziyên din bi pêş dikevin; xwebûyîn, civakbûyîn û jiyana bihevreyî belav dibe û derûniya mirovan û giyandarên din serobin dibe û têk diçe; bîr, hest, raman, bêrî, bawerî, hêvî, xeyal, armanc û plansaziyên mirov, kom, civak û gelan derb û zerbên mezin dixwin, danehevên daringî û arişî yên weke aborî, ramanî, çandî, zimanî û gelek nirxên din ên civakî, neteweyî, dîrokî, xwebûnî û gerdûnî ji dest diçin…

Erdheja li gelek bajarên bakûr û rojavayê Kurdistanê, Sûriye, Tirkiye û hinek cihên din rûdayî mînaka vê rastiyê ya herî dawî û li berçav e. Ji awa, ast û bergeha pêkhatina vê erdhejê bigire heta encamên wê yên dilsotîner hemû aliyan wê rasterast bi mêtingerî, tevkujerî, tunekerî û hovitiya wan hêzên pergala modernîteya nêrîst / kapîtalîst / dewletîst û hevkarên wan ên dagirker, mêtinger, serdest û desthilatdar ve têkildar in.

Me careke din bi her du çavên xwe dît û em bi dil, hiş û giyanekî kûr jiyan ku erd diheje lê kapîtalîzm û dewlet, dagirker-î, mêtinger-î, serdest-î û desthiltdar-î dikujin. Ji ber ku li cîhaneke ku nêrîzm, kapîtalîzm û dewletîzm li her qadê û ji her milî ve çerxa xwe bi rengekî herî hov digerînin û her tiştî pirtî pirtî dikin çavkanî û berpirsê sereke û bingehîn ên hemû encamên erdhej û hemû bûyerên din ên ‘xwezayî’ jî ew in û çerxa wan bixwe ye.

Qiyamet û dojeha herî mezin: HovModernîzm

Sed mixabin, gerdûn û mirovahî serdemeke herî qiyametî û dojehî dijîn. Di serî de bajarên mezin, gelek mirovgeh, ajalgeh, daristan, jîngehên din û xweza îro di encama hişmendî, armanc, nêzîkatî û kiryarên hovkapîtalîst, hovdewletîst û hevkarên wan ên xweperest, berjewendîparêz û ‘hertiştxwer’ de bûne goristan, kavil û dojehên nûjen/modern. Civak ji gelek milan ve ji civakbûyîneke rasteqîn a azad, exlaqî û polîtîk hatiye dûrxistin, li ber jehrediranên çerxa têkiliyên ‘benîtî û ezbenîti’, ‘xwedatî û evdîtiyeke’ nûjen hatiye pirtîpirtîkirin.

Hovnêrîzm, hovkapîtalîzm û hovdewletîzm ku xwe bi olperestî, nîjadperestî, zayendperestî û zanistperestiyê têr dikin û li ser piyan digirin sê qiyametên herî dojehî yên li ser rûyê erdê ne, ku hersê jî bi hev re têkildar in û bingeha xwe ji xweperestiyeke sînornenas digirin. Ev hersê qiyamet, îro ne tenê li serê cihana me û mirovahiyê, li serê hemû gerdûn, giyandar û heyberan bûne belayên herî wehş, hov, dehbe, dirinde, kujer, helîner, daûrîner û tuneker. Tofan, lehî, bahoz û erdhej di serî de, sedem û çavkaniya herî mezin, sereke, bingehîn û rastîn a hemû karesat, bobelat, decalî û qiyametên belakir, xezebrêj, neletbar û tuneker -ku her bihosteke gerdûna me bi reng, awa û şêwazên cuda dikin dojeheke xwedî hezar agir û zebaniyên cur bi cur- hovnêrîzm, hovkapîtalîzm û hovdewletîzm bixwe ne. Heta ne tenê çavkanî û sedem, ew bixwe ew in. Hemû tiştên din ên neyînî encama awa û rewşa xwepêkanîna wan û çerxa wan a xwedî hezar dev û milyon diranan e; ku yek ji van jî tecrîd e.

Rêberekî xwebûnî û gerdûnî

Rêbazeke bingehîn a vê hoveçerxê tecrîdkirin, pişaftin, helandin û hewldanên jiholêrakirinên cur bi cur ên komên mirov, giyandar, heyber û diyardeyên neligorwê ne; bi taybetî jî kes û komên ku ew wan ji xwe re weke gef û bend dibîne û ji hebûna wan a xwebûnparêz, xwezaparêz û gerdûnparêz ditirse.

Hêzên vê çerxa hov ên ku li gorî armancên xwe yên qirêj tecrîda piralî li ser kom, gel, mirovahî û giyandarên din dimeşînin jî heman hêz in û xwediyên heman hişmendî û kiryaran in. Bi taybetî berpris û kirdeyên tecrîda piralî -ya ku bi sedan sal e li ser neteweya kurd a azadîxwaz, rêber, tevger, sazî û dezgehên wê yên pêşeng tê meşandin- hêzên dagirker, mêtinger, serdest û desthilatdar ên xwedî heman hişmendî û hevkarên wan in.

Li ser bingeha van rastiyan, neteweya kurd a ku dixwaze li ser reh û gehên xwe yên bingehîn ên dîrokî xwe û xwebûna xwe ya azad bijî bi hezaran sal e, bi gelek awa û rêbazan ji gelek milan ve tê tecrîdkirin, dorpêçkirin û hewl tê dayîn ku ji her milî ve çok lê bê şikandin, bê bişaftin, ji xwebûna xwe ya azad dûr bê xistin, bê helandin û ji holê bê rakirin.

Bê guman, neteweya kurd ji bo parastina xwebûna xwe ya azad, di rêbertî û pêşengiya gelek rêber, têkoşer û lehengan li dijî vê yekê bi rengekî bêwestan û rawestan têkoşîna xwe ya bêhempa jî daye û nehiştiye ku agirê berxwedan, serhildan, têkoşîn û raperîna xwebûna wê ya azad bê vemirandin. Berovajî vê yekê, di sedsala 20’an de ev agir bi destê Tevgera Azadî û Rizgariya Kurdistanê ya şoreşger ji nû ve hate gurkirin û di nava demê de bi guherîn û guhertin, veguherîn û vegurhetinên herî pêwîst ên bingehîn ji her milî ve di asta herî jor de hat geşkirin; tîn, germahî û ronahiya xwe li her çar milên Kurdistan, li Rojhilata Navîn  û li her derê cîhanê belav kir. Ne tenê ji bo kurdan, ji bo hemû gel, mirovahî, giyandar, xweza û hemû heyberên li gerdûnê bû bîr, hiş, giyan, bawerî, hêvî û pêkhatina şoreşeke rasteqîn a rizgarî û jinûvesazbûneke tevahî ya azad û demokratîk, exlaqî û polîtîk, zanistî û bedew, rast û baş.

Bê guman serkirde û serlehengê vê meş û şoreşa dîrokî ya serketî û serfiraz ji destpêkê heta dawiyê kurdekî xwezan, demzan, dîrokzan, çerxzan, jînzan, gerdûnzan, di asta herî jor de jîr û xwedî bîreke kûr û hûr û xurt bû. Ev serkirde û serleheng kurdekî ‘dînê çol û çiya’ anku Abdûlah OCALAN bû…

OCALAN îro jî, ji aliyê gelek zanyar, ramanger, lêkolîner, kes û derdorên zana, bi taybetî jî ji aliyê hemû kes, kom, gel û neteweyên azadîxwaz, demokrasîxwaz, xwezaparêz, xwebûnparêz û gerdûnparêz ên li gelek deverên cîhanê dijîn ve bi rengekî aşkera û rasterast, bi serfirazî û bextewarî tê qebûlkirin; ku dema mirov bi rengekî rasteqîn û piralî dinihêre Abdûlah OCALAN, ji aliyê raman, giyan, bîrdozî, felsefî, civakî, zanistî, exlaqî, polîtîk, entelektûel ve bi hiş, bîr, bawerî, pêşbînî, dahûrînerî, biryardarî, vîndarî, kiryardarî, şoreşgerî, avakarî û sazûmankariya xwe, di serî de rêberê gelê kurd, rêberê hemû gelên Kurdistan, Rojhilata Navîn û gelên cîhanê yên serdemî û dîrokî ye; heta ji vê hê wêdetir û zêdetir weke rêberekî gerdûnî, rêber, têkoşer û parastvanê hemû giyandar û heyberên li gerdûnê ye. Bi taybetî jî ev yek xwe di hemû berhem, ramanpergal, jiyan û têkoşîna wî de bi zelalî dide der.

Bê guman, jiyan û têkoşîna OCALAN, bi taybetî jî ramanên wî û pergala civakî ya ku ew dixwaze, pergala modernîteya hovkapîtalîst û hovdewletîst û hemû bermahiyên şaristaniya nêrîst a navendî, serdest û desthilatdar ji her milî ve, li gel hemû qesr û keleh û tac û textên wan tarûmar dikin û diavêjin gergerînek û daûroka dîrokê ya ripreş. Ji ber vê yekê wan hêzehovan û hevkarên wan OCALAN bi komployeke herî bêbext, qirêj, kirêt, hovîst û nêrîst bi awayekî fîzîkî dîl girtin û xwestin di nava demê de ji aliyê hişî, ramanî û giyanî ve tune bikin, ku tunekirineke wisa ji bo wan ji hezar tunekirinên fîzîkî serketîtir bû. Lê ev daxwaz û armancên wan di qirika wan de man û hê jî dimînin. Lewre OCALAN di nava wê dojeha modern de weke fîzîkî bi tena serê xwe, bû gerdûneke azad, bîra xwe kûrtir, hişê xwe bilindtir û giyanê xwe bi per û basktir kir, ronahiya xwe li her derê belav kir, vê yekê jî kir ku ew bibe rêberekî gerdûnî…

Çareseriya hemû ‘qiyamet’ên serdemê: OCALAN 

Komploya navdewletî ya ku di kesayeta Abdûlah OCALAN de li hemû mirovahiyê, giyandar û heyberên li ser rûyê gerdûnê pêk hatiye û di asteke bilind de hatiye pûçkirin lê hê jî hewl tê dayîn ku bi awa, rê û rêbazên cuda yên nûjenkirî bê domandin, sedemeke bingehîn a hinde bela, bobelat, karesat, qiyamet, dojeh, mirin, xwîn, hilweşîn, qeyran, alozî, talan, kavilbûn, perîşanî, belengazî, hejarî, êş û janan e.

Heke ku OCALAN îro serbet bûya û hest û ramanên xwe bi serbestî vegotana, yan jî mirovahiyê berhemên wî bixwenda, rast fam bikira, têbigihişta, ji dil û giyan hîs bikira, li gorî wê tevbigeriyaya û bijiyaya dê hinde karesat û bobelatan rû nedaya, hinde bela nehatana serê gerdûn, xweza û mirovahiyê, hind tofan û qiyamet ranebûna, hinde xezeb û nelet nebariyana, hinde dojehan hinde bihuşt nekirana xwelî û tune nekirana.

OCALAN bi salan beriya niha bal kişandibû ser rewşa serdem, cîhan û xwezayê, bi aşkera diyar kiribû ku dawî li pergala modernîteya nêrîst, kapîtalîst û dewletîst a neyarê civak, xweza û hemû gerdûnê neyê dê gelek qiyametên dojehî yên hilweşîner, kujer, tuneker û dilhelîner rû bidin. Erdheja dawiyê ya ku her kes bi rengekî vehejand û encamên wê OCALAN piştrast kir, mafdar derxist. Ku bi ya OCALAN û ramanpergala wî bihata kirin erd çiqas bihejiyaya jî dê ev qas encamên dojehî rû nedana û pêşî li ber gelek karesat, qeyran û aloziyan bihata girtin, ên heyî jî bihatana çaresekirin.

Divê rasterast bê destnîşankirin; ligel ku OCALAN bi awayekî fîzîkî di nava tecrîdeke dojehî de ye jî, di erdheja dawî de jî careke din hat dîtin ku bi raman, giyan, jiyan, têkoşîn û rêbertiya xwe ya piralî, tevgir, şoreşger, pêkhêner, sazker û avaker di heman demê de bi rengekî herî diyarker nav û nişana çareserkirina hemû qeyran û aloziyên li gerdûna me ye. Vê yekê xwe bi awayekî zelal nişan da. Bi milyonan ramanparêz, şopdar, hezkirî û piştgirên OCALAN ên ji her nîjad, zayend, çîn, temen, çand, bawerî, derdor û erdnîgariyê bi hêza bîr, hest, hiş û giyanê wî, di serî de li cihên erdhejê, li her çar milên Kurdistan û cîhanê bi rengekî xwebexşane û bi hewldaneke bêhempa xwe gihandin hawara mirovan û giyandarên din ên ku ketine ber qiyamet û xezeba erdhejê û rê li ber encamên hê xerabtir, kaviltir, wêrantir û dilsotînertir girtin, bûn hêza çareseriya gelek qeyran û aloziyan êş û birînan.

Me dîsa baş dît û em jiya; xwezaya ku bê hilm û henase hatiye hiştin serê xwe careke din rakir û xwe vehejand, hovmodernîzm / hovkapîtalîzm / hovdewletîzm / hovnêrîzm careke din hilweşand û OCALAN û ramanpergala wî ji hemû deman zêdetir vejand…

Ji ber vê yekê, ne tenê kurd, divê hemû mirovahî, heta hemû ajal, giyandar û heyberên di nava dest û lepên gerdûnê de, bi ziman û awayekî li gorî rastiya xwebûna xwe li her derê cîhan û gerdûnê hezaran neletê li komplo, komplogerên bêbext, hevkar û maşikên komplogeran ên rûreş bibarînin û daxwaza serbestbûyîna Abdûlah OCALAN li erd û esmanan bilind bikin, têkoşîna vê yekê ya bênavber ji her alî ve û bi rengekî herî afirîner, nûjenkirî û encamgir li her derê Kurdistan û cîhanê bilind bikin, berfireh bikin, kûr bikin, xurt bikin û bi serfirazî bi ser bixin; li ser bingeha ramanpergala wî jiyan û cihaneke azad a xwebûnî û gerdûnî raçînin / ava bikin…