9 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rojnameya me ji bo mexdûrên erdhejê çadir belav kirin

Îro serê sibehê rojnameya me Xwebûn li bajarokê Bilamê yê Navçeya Celikan a Semsûrê çadir li mexdûrên erdhejê belav kirin.

Rojnameya Xwebûnê plan kir ku 21’ê sibatê bi boneya Roja Cîhanê ya Zimanê Zikmakî çalakiyekê li dar bixe lê çalakî ji ber erdhejê betal kir. Ew dahata hatibû bidestxistin me diyarî mexdûrên erdhejê kir.

Ji bo lidarxistina çalakiya ji bo 21’ê sibatê amadekarî hatin kirin ku konserek û çalakiyek ji bo pîrozkirina roja zimanê dayikê were lidarxistin. Ji bo wê yekê kartên vexwendina tevlêbûna vê çalakiyê li hezkiriyên zimanê kurdî û xwînerê rojnameyê hatin belavkirin. Lê mixabin ji ber felaketa erdheja ku navenda wê li Mereşê bû, li welatê me çêbû em neçar man ku wê çalakî û şahiya ziman betal bikin.

Hewcedarî bi çadiran hebû

Rojnameyê ji bo vê yekê ji kordînasyon û maseya krîzê ya HDP û saziyên sivîl li hewcedariyên mexdûrên erdhejê pirsî û li gorî pêşinyara komisyonê hewcedarî bi çadiran hebû. Me jî weke rojnameya Xwebûnê li gorî pêşniyara komîsyonê bi wan pereyan çadir  kirîn û ji bo piştevaniya wan li erdhejzedeyan belav kir.

Bi vî awayî rojnameya me ev soza xwe anî cih û bi wan pereyan 10 çadir kirîn û îro bi destê xwe li bajarokê Bilamê yê Navçeya Celikan a Semsûrê li mexdûrên erdhejê belav kirin.