5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dayikên Şemiyê:  Aqûbeta windayên erdhejê zelal bikin

Dayikên Şemiyê diyar kirin ku ji ber erdhejê ji gelek kesan agahî nayê girtin û bang li wezaratan kir ku ji bo windayan koordînasyonê ava bikin.

Dayikên Şemiyê/Mirovên Şemiyê bi daxwaza aqûbeta windayan zelal bibe û kujer bên darizandin, di hefteya 935’emîn de çalakiya heftane li ser înternetê li dar xist. Dayikên Şemiyê vê hefteyê li aqûbeta windayên erdhejê ku agahî ji wan nayê girtin, pirsîn.

Li ku ne?

Dayikên Şemiyê li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal vîdeoyeke hilweşandina erdhejê nîşan dide parve kir û di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Kesên di erdhejê de winda bûne li ku ne? Gelek kes li pey xizmên xwe ne ku wan bibînin û dikin û nakin xwe nagihînin wan. Li gorî beyanên şahidan, li ambulansan siwar kirine, birine nexweşxaneyê û hê jî qeydên wan nedîtine. Tevî hemû hewldanan jî negihîştine xizmên xwe yên windayî. Felaketek giran bi serê mirovan re hat. Hê firsend nedîtine ku birînên xwe bipêçin. Ji ber ku nikarin xwe bigihînin xizmên xwe trawmayeke giran li ser wan bandor kiriye. Ji ber ku koordînasyoneke ji bo windayên erdhejê bên dîtin nehatiye avakirin, malbat bi tena serê xwe hatine hiştin.

Em gazî wezaretan dikin ku ji bo windayên erdhejê koordînasyonekê ava bike. Em bi dil û can bi malbatên xwe re ne ku dikin û nakin nagihîjin windayên xwe. Em li cem we ne. Heta hûn bigihîjin hezkiriyên xwe em ê jî li aqûbeta wan bipirsin.”