9 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çima Ukrayna di rojeva cîhanê de ye

Tevî ku bi dehan caran Rûsyayê gotiye ku tu niyeteke wan a desteserkirin an jî êrîşeke berfireh li ser Ukraynayê tune û tevî ku rayedarên Ukraynayê gelek caran gotin gelê me bi van nûçeyên xwe yên êrîşa Rûsyayê netirsînin, dîsa jî ev nûçe wekî nûçeya sereke di rojeva hemû cîhanê de ye.
Lê tevî hemû bangên rayedarên Ukraynayê nûçeyên ku bi serkêşiya şaneyên taybet ên ragihandinê tên amadekirin, her roj wekî ku dê sibê Rûsyayê êrîşeke berfireh bibe ser Ukraynayê tên serwiskirin.
Wiha xuyaye ku ne tenê di warê leşkerî û çandî de lê di warê medyayê de jî serdestî û bandoreke mezin a Amerîkayê heye û ew rojeva hemû medyaya cîhanê destnîşan dikin.
Wekî mînak demeke dirêje hema bêje Ukraynayê bûye rojeva sereke ya hemû çapemenî û medyaya cîhanê.

Wekî tê zanîn nakokiya di navbera Rûsya û Ukraynayê de bi taybetî li ser herêma Donbassê ye ku li wir şerên giran di navbera alîgirên Rûsyayê û hikûmeta Ukraynayê de heye. Di encama wî şerî de heta niha derdora 14 hezar mirov ji herdu aliyan hatine kuştin.
Wekî din daxwaza Ukraynayê ya tevlêbûna nav NATO’yê nakokiya di navbera wan û Rûsyayê de zêdetir kir. Rûsya naxwaze hêzên NATO’yê di ber pozê wê de bi cih bibin.
Lê Amerîkayê bi israr dixwaze vê metirsiyê di rojevê de bihêle û rojekê behsa 70 hezar leşkerên Rûsya yên li ser sînorê Ukraynayê dike, rojekê behsa çekên ku Ewropayê daye Ukraynayê dike, rojekê behsa tevgera wan leşkeran dike û rojekê bang li welatiyên xwe dike ku ji Ukraynayê derkevin. Ev nûçe tev vê mijarê di rojevê de dihêlin û wekî din jî bandoreke pir neyênî li ser gelê Ukraynayê dike.
Bêguman bi zêdebûna nakokiyên di navbera Ukrayna û Rûsyayê de, di navberê de gelek bazarên din jî di hevdîtinên dîplomatîk ên di navbera aliyan de dibin û ev jî rê li ber zêdebûna nakokiyan vedike.

Her wiha mirov dikare vê yekê di çarçoveya rêbazeke ji rêbazên şerê sar ê di navbera Amerîka û Rûsyayê de jî binirxîne, ku di salên dawî de dîsa her diçe zelaltir xuya dike.
Lê bi her halî li gorî texmîna min ‘gumana ku dê Rûsya êrîşeke mezin li dijî Ukraynayê pêk bîne’ gelekî qelse, heke êrîşek bibe jî dê êrîşeke bi sînor be û tenê ji bo herêma Donbassê be. Heke êrîşek li ser Donbassê çêbibe jî ev êrîş li ser hevkirinekê pêk were.

Destwerdana bi sînor

Ew jî rêbazê ku li Efrîn, Serêkaniyê û hin deverên din hatin ceribandin tîne bîra mirov, aşkera nebe jî li pişt perdeyê lihevkirinek di navbera wan hêzan de hebû. Ji alî Rûsya û Amerîkayê ve destûra destwerdana wan deveran hatibû erêkirin.
Bi gotineke din mirov dikare bêje heke destwerdanek Rûsyayê hebe, wê bi sînor be û bi erêkirina Amerîkayê ya li pişt perdeyê be.