4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Navnasî û çavkanî

Navnasî yanî onomastik, ji bêjeya “onoma” ya grekî ku tê wateya navê taybet ê tiştekî an kesekî, hatiye dariştin (Gotarên Zimannasiyê). Me, îsal di dersa folklora kurdî ya zanîngeha Dicleyê da, xebatek li ser navê gund û derdorê wan, (bi sînorê rêya Diyarbekir-Silîva qasî 40 km.) bi metoda navnasiyê, kir. Navlêkirina tişt û kesan bi desthilatdariyê ve jî girêdayî ye. Desthilatdarên wek tirk, ‘ereb û farisan yên ku welatê kurdan dagîr kirine her dem pêşî li navlêkirina bi kurdî girtine.

Di encama vê xebata xwe da em gihîştin çavkaniyên giranbiha. Me xebata xwe berfireh kir û bi sernivîsa “Di Navbera Diyarbekir û Silîvanê da Lêkolînek Onomastîk”ê, me xwest ku beşdariya 6. Konferansa Navneteweyî ya bi mijara “Folklora Kurdî-edeb, ziman, dîrok, civaknasî û kelepûr”ê ku ji aliyê Fakulteya Zanistên Mirovayetî ya Zanîngeha Zaxo ve bi hevkariya Senterê Zaxo bo Vekolînên Kurdî û Enstîtuya Kelepûriya Kurdî tê li darxistin, bikin. Daxwaza me ji aliyê lijneya zanistî ya konferansê ve hat pejirandin. Em ê di demek nêz da vê xebata xwe li zankoya Zaxoyê pêşkêşê raya giştî bikin.
Çavkaniyên ku me jê sûd wegirtin li gor taybetiyên xwe yên zanistî dikarin bibin du beş. Beşek jê pîvanên zanistî ku yek ji wan pîvanan jî li ber çavan girtina diyardeyan e, tê da hebûn wek teza doktorayê ya li zanîngeha Bîngolê ya Omer Delikaya bi navê “VENAVANDINA CIHÛWARAN LI KOMARA TIRKIYEYÊ: MÎNAKA AGIRIYÊ”; beşek jî li gorî îdeolojiya fermî ya Komara Tirkiyeyê ku li ser înkarkirina diyardeya neteweya kurd hatiye avakirin, bûn. Mînaka beşa duyem meriv kare teza doktorayê ya Mehmet Salih Erpolat a bi tirkî: “XVI. Yüzyılda Diyarbekir Beylerbeyliği’ndeki Yer İsimleri”yê bide ku li zanîngeha Selçukê hatî pêşkêşkirin, wergera navê wê bo kurdî wiha ye: “Di Sedsala XVI. da li Mîrektiya Mîrêmîran a Diyarbekirê Navê Cihan”.

Me hewl da ku di xebata xwe da ji çavkaniyên cuda cuda kovar, pirtûk û hwd. sûd wergirin. Ji çavkaniyên serdema navîn li ser mînaka mîrektiya Merwaniyan (985-1085), çavkaniyên wek teza doktorayê ya Thomas Ripper a bi navê “Diyarbekir Merwanîlerî, Îslamî Orta Çag’da Bir Kurd Hanedanî/Merwaniyên Diyarbekirê, Di Serdema Navîn a Îslamî da Xanedanek Kurd” û teza masterê ya Ahmed Seyarî ya bi navê “Kurdên Merwanî Di Tarîxu Meyafariqînê ya Îbnu’l-Ezreq el-Fariqî da”yê dest bi lêkolînê kir. Ev herdu pirtûk jî ji aliyê Weşanxaneya Avestayê ve hatine çapkirin.

Xebatên wek “Amed-Erdnîgarî, Dîrok û Çand”ê ji aliyê nivîskar Amed Tîgrîs û Yildiz Çakar ve hatine kirin û ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve hatiye çapkirin. Dîsa Pirtûka Rojen Barnas a bi navê “Sîlvan/Silîvan FARQÎN” nivîsên ku li ser malpera www.silivan.com hatine nivîsîn wek pirtûk ji Weşanxaneya Nûbiharê di sala 2013’an da derketiye. Dîsa wek pirtûk bi amadekariya Zeynel Abidin Amedî (Çiçek) pirtûkek bi navê “Diyarbakır’ın Fethi, Tarihi ve Kültürü (27 Mayıs 639)/Fetih, Tarîx û Kultura Diyarbekirê (27 Gulan 639)”, lîsteya navê nû û kevin ê gundê Diyarbekirê û navçeyên wê dide. Ev çavkanî bo berawirdkirina navên kevin û nû dikare bê bikar anîn. Lê mixabin ji hêla nexşeyan ve ev hemû pirtûk kêm mane. Mamosteyê Kurd, Abdurrahman Onen li ser Erdnîgariya Kurdistanê gelek xebat kir, lê mixabin bi çêkirina nexşeya bajarê Amedê û navçeyên wê ra negihîşt, çû ser dilovaniya xwe. Em bi rêz wî bi bîr tînin.

Dema em bala xwe didin gotaran jî dibînin ku ew jî wek pirtûkan dîsa hin jê zanistî ne, wek gotara Îbrahim Tarduş a bi navê “Navnasî (Onomastiques, Onomastic Science) ku di nav pirtûka bi navê “Gotarên Zimannasiyê” cih girtiye û ji aliyê Weşanxaneya Nûbiharê ve di sala 2017’an da bi edîtoriya Kenan Subaşî&Resul Geyîk derketiye. Dîsa gotara Serdar Oçal a bi navê “Navên Jîngeh û Teşeyên Erdnîgarî li Herêma Dêrikê (Lêkolîneka Onomastîk)” ku di kovara Akademîk û navneteweyî ya Xebatên Kurdî ya bi navê “Folklor û Ziman” Cild:2 Hejmar:1 Nîsan 2021’ê da cihgirtiye jî mînaka gotarek zanistî ye.
Hin gotar jî li gorî îdeolojiya fermî bêyî navê “kurd”, “Kurdistan”ê hatine nivîsîn. Wek mînak meriv kare gotara Harûn Tunçel a bi navê “Türkiye’de İsmi Değiştirilen Köyler/Gundên ku Navê Wan li Tirkiyeyê Hatine Guherîn” bide. Ev jî linka wê gotarê ye: “https://www.researchgate.net/publication/294871465_Renamed_Villages_in_Turkey_Turkiye’de_Ismi_Degistirilen_Koyler” Vê Gotarê di kovara Zanîngeha Firatê da weşandiye. Ev zanîngeh li Xarpêta ku ji aliyê kurdan ve di sala 1925’an da hatibû bidestxistinê ye. Di vê gotarê da bal tê kişandina ku navguherîna gundan ji destpêka Komara Tirkiyeyê dest pê kiriye û mînaka navguherîna hemû gundên Artvînê yên bi zimanê gurcî dide ku bi biryara Meclîsa Giştî ya Bajêrê Artvînê, di sala 1925’an da hatiye guherîn. Bi tevî ku amadehiya tevgerek xurt a kurdan di vê salê da heye, lê dewlet bi awayek hovane vê amadehiyê têk dibe û Şêx Seîd bi tevî gelek kurdan îdam dike û cenazeyê wan jî heta niha nedaye malbatên wan. Tevî van bûyerên dîrokê jî dîsa behsa kurdan nayêkirin. Di rastiya xwe da Komara Tirkiyê bi navguherînê dixwaze navê hemû gundan bike tirkî. Piştî dagîrkirina hemû bakurê Kurdistanê bi şerê 1925-Hereketa Azadiyê, 1930 Xoybûn-Agirê û 1938 Dêrsimê; Wezareta Navxweyî ya Komara Tirkiyeyê, di sala 1940’î da, bi bîryarnameyek ku hejmara wê 8589 bû, biryara guherîna hemû navên derveyê tirkî da û vê biryara xwe kir meriyetê. Di dawiyê da em dixwazin bibêjin ger berhemên onomastîk li ser Amed û Silîva ku wek çavkaniyê me xwe negihîştandiyê û hûn zanibin hebin ji kerema xwe bi me ra parve bikin.
Wek encam em dikarin bibêjin ku lêkolînek onomastîk a berfirah bi rêbazên zanistî bo seranserê bakurê Kurdistanê pêwîst e.