5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘95 roj in hêj edalet nehatiye’

Çalakiya malbatên girtiyên nexweş li Amed, Wan û Îzmirê berdewam dike.

Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş li Baroya Amedê di roja 95’an de berdewam kir. Dayika girtiyê nexweş Civan Boltan, Nazîme Boltan da zanîn ku ji bo zarokên xwe 95 roj in di çalakiya  edaletê de ne û got: “Lê hêj jî edalet nehatiye, daxwaza me ya edaletê ne ji bo zarokên me têne ye, ji bo her kesê ye.”

Dû re xizma girtî Nûray Abay jî bi lêv kir ku 3 meh û 5 roj in di nobeta edaletê de ne û wiha got: “Êdî girtiyên nexweş berdin ku em derman bikin. Zarokên me ji bo şeref û namûsa xwe hatine girtin. Zarokên me ji me dûrxistine. Hevdîtinên vekirî tenê 30 deqîqe ne û em nikarin biçin serdana wan. Ev nayê qebûlkirin.”

Malbatên girtiyên nexweş ên li Îzmirê jî Nobeda Edaletê di roja 6’an de berdewam kirin. Dayikên girtiyên nexweş li pêş Baroya Îzmirê bi dowîzên “Ji girtiyên nexweş re azadî”, “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye”rakirin û çalakiya xwe berdewam kirin. Îro 2 malbatên din tev li çalakiyê bûn.

Hevjîna Abdulbahri Yildirim Hanim Yildirim jî îro tev li nobedê bû û anî ziman ku hevjînê wê 29 sal in girtî ye. Hanim Yildirim, anî ziman ku hevjînê wê li Girtîgeha Şakranê ye û bi nexweşiyên guatr, arzima kronîk, fitiqa piştê û gelek nexweşiyên din ketiye.

Malbatên girtiyên nexweş ên li Wanê jî çalakiya “Nobeda Edaletê” li Baroya Wanê di roja 70’yî de berdewam kirin.