4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Kemal Kiliç bi hovîtî hat kuştin’

Komek rojnameger û nûnerên partiyên siyasî, Rojnameger Kemal Kiliç li ser gora wî ya li Rihayê bi bîr anîn. Nûnerê Rojnameya Ozgur Gundemê yê Rihayê Kemal Kiliç, di 18’ê sibata 1993’an de dema ku diçû mala xwe ya li gundê Qulinçê yê Rihayê; kesên çekdar gule li wî reşandibûn û qetil kiribûn. Hevserokê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan, xizmên Kiliç û hempîşeyên Kiliç, çûn gund û Kiliç li ser gora wî bibîr anîn. Hevserokê HDP’a Rihayê Ziya Çalişkan, di bîranînê de axivî û got: “Xwendekarên Huseyîn Denîzan, Nazim û Kemalan ala ku li dijî her cure neheqiyê dewr girtine bilind dikin. Hêzên tarî di tarîtiya xwe de fetisîn. Hûn bi ronahiya xwe di nav me de ne.”

Hevserokê DFG’ê Serdar Altan jî bi bîr xist ku di ser kuştina Kiliç re 29 sal derbas bûne û wiha got: “Kuştina Kemal mîna duh pêk hatibe di hişê me de ye. Salên 1990’î salên tarî bûn. Binpêkirinên mezin pêk dihatin. Çapemeniya azad jî ji bo ragihandina vê hewl dida. Ji bo dengê gelê kurd ragihîne dinyayê dixebitî. Cengîn Altûn, Hafiz Akdemîr, Apê Mûsa, Huseyîn Denîz û Kemal Kiliç hevalên me yê di xebata pîroz de cih girtibûn. Tevî hemû gef, zext û êrişan jî xebatkarên çapameniya azad têkoşîna xwe domandin. Kemal Kiliç, di têkoşîna mafê mirovan û rojnamegeriyê de pêşengiya gel dikir. Bi hovîtî hat kuştin. Di salvegera 29’emîn de em bejna xwe li ber ditewînin. Em ê ne Kemal Kiliç ne jî hevalên xwe yên din ji bîr nekin û têkoşîna wan bidomînin.”

Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu jî axivî û qala têkoşîna rojnamegeran a ji salên 1990’î heta niha kir.

Piştî axaftina beşdarên bîranînê qurnefîl danîn ser gora Kiliç û ew bi bîr anîn.