2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Her derê bikin qada zimanê kurdî

MED-DER’ê bi minasebeta 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê 15-23’yê sibatê wekî hefteya ziman îlan kiribû. MED-DER’ê di çarçoveya bernameyê de di 15’ê şibatê de dest bi bernameyan kir. MED-DER’ê li ber Petrola Polatê daxuyanî da. Hevserokên MED-DER’ê û rêveberên komeleyê beşdarî çalakiyê bûn.

Hevserokê MED-DER’ê Rifat Ronî di bernameyê de anî ziman ku dê her qadê bikin qada zimanê kurdî û wiha got: “Daxwaza kurdan ewe ku zimanê kurdî bibe zimanê jiyanê û zimanê perwerdehiyê. Bila her dayik û bav malên xwe bikin dibistanên kurdî. Li her qadî bi zimanê xwe biaxivin, bixwinin û bifikirîn”

Piştî daxuyaniye girseyê li bazarê etîketê ku navê fêkî bi kurdî lê nivîsiye li esnafan belav kir û pankarta “Ez bi kurdî dijîm” li esnafan belavkir.