3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rûsya: Divê nûnerên kurdan jî tev li civînên Cenevreyê bibin

Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Mikail Bogdanov der barê civînên ji bo sererastkirinên destûra Sûriyeyê yên ku dîsa li Cenevreyê dest pê dikin de wiha got: ” Tevlibûna nûnerên kurdan ya ji bo avakirina destûreke nû ya Sûriyeyê mijareke gelekî girîng û pêwîst e.”

Bogdanov di berdewamiya axaftina xwe de got ku heke em behsa destûreke nû dikin divê hemû pêkhateyên Sûriyeyê jî tev li civînên ji bo wê destûrê bibin. Bogdanov axaftina xwe wiha berdewam kir û got: “Em dixwazin ku hemû pêkhateyên Sûriyeyê tev li van civînan bibin bi şertê ku yekparebûna axa Sûriyeyê û serweriya wê biparêzin.” Beşekî girîng ji kurdan li derveyî van hevdîtinan hatine hiştin. Mikail Bogdanov nerazîbûna xwe ji hebûna hêzên amerîkî jî anî ziman û wiha got: “Em dibînin ku herêmeke gelekî berfireh di destê hêzên HSD’ê de ye ya ku pişta xwe dide hebûna Amerîkayê û ew yek ji bo me cihê nerihetiyê ye”.

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov jî berê gotibû; divê kurd ji bo pêşeroja xwe, dest bi diyalogeke rasteqîn bi rejîma Şamê re bikin û rewşa Herêma Federal a Kurdistanê wekî mînakeke ku dikarin sûdê jê werbigerin destnîşan kiribû.

Mixabin heta niha hemû civînên ku li Cenevreyê çêbûne bêyî tevlibûna nûnerên rastî yê kurdên rojavayê Kurdistanê pêk hatine. Her wiha ev gotinên rayedarên Rûsyayê jî herdem piştî lidarxistina civînan tên kirin. Dibe ku ew jî rêbazek ji rêbaza xapandin û dilxweşkirina kurdan be. An jî dibe ew bi xwe gihane wê baweriyê ku bêyî tevlibûna nûnerên rasteqîn ên kurdan dê tu çareserî çênebe.