2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Civîna der barê Sûriyeyê de li Moskovayê dest pê kir

Civîna cîgirên Wezîrên Karên Derve yên Sûriye, Rûsya, Îran û Tirkiyeyê li paytexta Rûsya, Moskovayê tê lidarxistin

Çapemeniya hikumeta Şamê da zanîn ku civîna cîgirên wezîrên karên derve yên Sûriye, Rûsya, Îranê û Tirkiyeyê li paytexta Rûsyayê Moskovê dest pê kiriye.

Ev dan û standin di demekê de tên kirin ku hikumeta Şamê bi israr e têkildarî vekişîna artêşa tirk ji Sûriyeyê, rawestandina piştgiriya komên çeteyan garantiyan dixwaze û dewleta tirk jî dixwaze vê civînê ji bo hilbijartinan bi kar bîne.

Rojnameya El Weten a hikumeta Şamê ku agahiyên xwe spartin hin çavkaniyan, got: “Heta niha aliyê Tirkiyeyê li ser tevlêbûna cidî ya van dan û standinan li gorî van bingehan, tu daxuyanî nedane. Tirkiyeyê tevlêbûna van dan û standinan li ser van bingeh û sozdayîna vekişîna ji xaka Sûriyeyê, red dike. Heke hikûmeta tirk di wê helwesta xwe de israr bike ev tê wateya ku dê civîn negihêje encamên ku bikarin li gorî wan ber bi gava din a siyasî û ewlehiyê ve biçin.”

Hêjayî gotinê ye ku ev daxwaza Şamê ji alî komên çekdar û çeteyên girêdayî dewleta tirk bi tundî tên redkirin û metirsiya wan heye ku dewleta tirk li beramberî hin destkeftî û berjewendiyên xwe wan bifiroşe rejîma Şamê.