17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Ûrmiyeyê 5 zarokên keç hatin jehrîkirin

Li parêzgeha Ûrmiyeyê, li dijî dibistaneke zarokên keç êrişa jehrî ya gazê pêk hat. Di êrîşê de 5 xwendekarênbi jehrê ketin û ew rakirin nexweşxaneyê.

Li rojhilatê Kurdistanê û Îranê, êrîşên jehrê yên li dijî xwendekarên keç berdewam dikin. Ji meha mijdarê ve li dibistanên xwendekarên keç êrîşên bi vî rengî tên kirin û heta niha 26 dibistanan zêdetirî hezar xwendekarên keç bi jehrê ketine.

Xelkê herêmê difikire ku ji bo dibistanên zarokên keç bên girtin ev êrîş tê kirin. Wezareta Karên Navxweyî, der barê mijarê de daxuyanî da û ev tişt got: “Ev êrîş ji aliyê hêzên derve ve ji bo şerê derûnî bikin û mirovan bi panîkan bikin, tên kirin.”

Xwendekarên keç jehrî kirin

Vê carê jî kesên nasnameya wan nediyar li dijî Dibistana Keçan a Bahman a li Ûrmiyeyê êrîşa bi gaza jehrî pêk anîn û di êrîşê de 5 xwendekarên keç jehrî bûn û ew rakirin nexweşxaneyê.