3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bi meşa ku li dar xistin 4’ê Nîsanê pîroz kirin

Meşa Amarayê ya bi boneya rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi dirûşmeya “Ji bo azadiyê ber bi Amarayê ve” tê lidarxistin dest pê kir. Hevserokên KCD’ê û DBP’ê li ser riya navçeya Xelfetiyê diaxivin.

Meşa Amarayê ya bi boneya rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi dirûşma “Ji bo azadiyê ber bi Amarayê ve” di pêşengtiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Federasyona Komeleyên Piştevaniyê Hiqûqê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxgiran re ya Medê (MED TUHAD-FED) ber bi gundê Amara yê navçeya Xelfetî ya Rihayê ve tê lidarxistin dest pê kir.

Meşa Amarayê ya bi boneya rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi dirûşmeya “Ji bo azadiyê ber bi Amarayê ve” di pêşengtiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Federasyona Komeleyên Piştevaniyê Hiqûqê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED) ber bi gundê Amara yê navçeya Xelfetî ya Rihayê ve tê lidarxistin dest pê kir.
Dirûşm hatin berzkirin
Girseya qelebalix a ji bajarên bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê hat, tevî hemû astengiyan li Xaçerêya Payamli ya li ser Riha û Dîlokê hatin bahev û dirûşmeyên “Ciwan fedaîyên Apo ne”,”Bijî Serok Apo” , “Bi can bi xwîn em bi te re ne ey Serok” ,  “Silav silav ji Îmraliyê re hezar silav” , “Rojbûna te pîroz be ey Serok Apo” berz kirin, stran gotin û govend gerandin.
‘Îro rojeke dîrokî ye’
Ewilî Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz axivî û anî ziman ku 4’ê Nîsanê ji bo gelê kurd rojeke dîrokî ye û wiha got: “Îro rojek dîrokî ye. Bi dirûşmeya ‘Ji bo aştiyê ber bi Amarayê ve’ me bangawaziyê kiribû. Bi hezaran kesên ku guh dane vê bangawaziyê ber bi Amarayê ve ketin rê. Li hemû navend û navçeyan astengî hatin derxistin. Ligel hemû astengiyan bi hezaran kes hatin vê derê.”
‘Dem dema xwedî derketina aştiyeke birûmet e’
Aydenîz, bi lêv kir ku 4’ê Nîsanê ne bi tenê roja ku Abdullah Ocalan ji dayîk bûye ye û wiha axivî: “Ev roj roja vejîna gelê kurd e. Beriya 100 salan bi Lozanê xwestin kurdan ji dîrokê jê bibin û kirin 4 parçe. Xwestin kurd bibin ereb, ecem û tirk. Lê belê 4’ê Nîsanê ji nû ve bûna kurdan e. Ji ber vê yekê kurd û kesên ji vê bawer 4’ê Nîsanê weke têkoşîn û aştiya demokrasiyê dinirxînin. Kurdên ku dixwazin rojbûna birêz Ocalan pîroz bikin, dixwazin bên asteng kirin. Kesên ku ji demokrasiyê û baweriya aştiyê ditirsin ji israra aştiyê ya birêz Ocalan jî ditirsin. Ji ber vê yekê 4’ê Nîsanê vejîne û rojeke dîrokî ye. Bi hezaran kes daketin rêyan û ber bi Amarayê ve dimeşin. Tevî her tiştî jî em ê biçin. Dem dema xwedî derketina aştiya birûmet a birêz Ocalan dixwest e. Birêz Ocalan gotibû ‘hefteyekê bidin min ez ê vê pirsgirêkê çareser bikim.’ Ji ber vê yekê divê em xwedî vê vînê derbikevin. Ji bo tecrîda ku vegûheriye rejîmê, bişkînin û ji bo azadiya fîzîkî ya  Ocalan em ê li qadan bin. 4’ê Nîsanê ji kesên aştiyeke birûmet dixwazin re pîroz be.”
‘Ocalan bi fikrên xwe ji gel re bû ronahî’
Pişt re Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk axivî û ev tişt gotin: “Ev roj ji bo gelê kurd, gelên Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn rojek girîng e. Gelê kurd hebûna xwe pîroz dike. Kurdi ji axa mirî careke din zindî bûn. Îro vejîna gelê kurd e. Roj roja demokrasî, wekhevî û aştiyê ye. Roja hemû gelan pîroz be. Ocalan bû Serokê hemû gelên di bin zextan de. Bi fikrên xwe ji gel re bû ronahî. Fikrên Birêz Ocalan dawiya pergala kapîtalîst û têkçûna dewleta yekperest e.”
Piştî axaftinan konvoy ber bi Amarayê ve kete rê.