28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Civîna G20 li Endonezyayê pêk hat

Serokê Endonezya Joko Widodo axaftina vekirinê ya civîna G20 kir û bi giranî li ser şerê Rûsya û Ukraynayê rawestiya.

Serokê Endonezya Joko Widodo axaftina vekirinê ya civîna G20 kir. Tê payîn ku di civînê de zext li Rûsyayê werin kirin da ku dagirkeriya xwe ya li dijî Ukraynayê rawestîne.

Widodo di axaftina xwe ya vekirinê de wiha got: “Endonezyayê şanaz e ku mazûvaniya civîna G20 dike û ez dizanim ku hewcedariya me bi hewildanên mezin heye ku em karibin li vê odeyê bi hev re rûnin.”

Serokê Endonezyayê daxwaz ji welatên endamên G20 kir ku “şer biqedînin” û ev yek bi awayekî aşkere behsa êrîşên Rûsyayê li ser Ukraynayê kir.

Widodo xîtabî serokên komê kir û got, “Berpirsiyariya li vir jî tê wê wateyê ku divê em şer bi dawî bikin. Ger şer neqede, wê zehmet be ku cîhan bi pêş ve biçe.”

Widodo berî destpêkirina rûniştina yekem a lûtkeyê got: “Divê em cîhanê parçe parçe nekin û rê nedin ku cîhan bikeve nav şerekî din yê sar. çavê cîhanê li ser me ye. Çavdêriya me dike ka gelo em ê bigihîjin serkeftinê an jî em ê têkçûnek din lê zêde bikin.  Lewre jî li gorî min divê civîna G20 serkeftî be û ne têkçûyî be”.

Hêjayî gotinê ye ku ji bilî dosyaya Rûsiyayê, G20  li ser ewlekariya xurek û enerjiyê gotûbêj kir û herwiha  têkildarî fona kontrolkirina nexweşiyê, reforma bankên geşepêdana piralî û yên din de daxuyaniyek da.