4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Der barê Tûglûk de doznameyeke din amade kirin

Der barê siyasetmedara kurd Aysel Tûglûk ku ji ber nexweşiya xwe çendek beriya niha hatibû berdan de bi angaşta "endamtiya rêxistinê" doznameyeke din hat amadekirin. 

Li gorî nuçeke ku Ajansa Mezopotamyayê (MA) daye, Serdozgeriya Komarê ya Amedê, li ser îfadeya “şahidekî aşkera” der barê siyasetmedara kurd Aysel Tûglûk ku ji ber nexweşiya xwe çendek beriya niha hatibû berdan de bi angaşta “endamtiya rêxistinê” doznameyeke din amade kiriye.

Di nûçeyê de agahî tê dayîn ku şahidê aşkera yê bi navê Tûrgût Taşkiran ku tê angaştkirin di sala 2014’an de li Kobanê di êrîşên DAIŞ’ê de birîndar bûye, piştî 8 salan li Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê îfade daye û angaşt kiriye ku Tûglûk alî wî kiriye. Taşkiran, angaşt dike ku ji bo biçe Qamişlo Aysel Tûglûk û Faysal Sariyildiz ku wê demê parlamenterê HDP’ê bûne wî ji navçeya Pirsûsê ya Rihayê birine navçeya Cizîrê ya Şirnexê.

Ji ber van îfadeyên Taşkirin di doznameyê de ji bo Tûglûk bi angaşta “endametiya rêxistinê”  ji 7 sal û 6 mehan heta 15 salan ceza hatiye xwestin. Her wiha hatiye xwestin ku ev dosya Tûglûk bi dosyaya Tûglûk a li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê re bê yekkirin.

4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê ev daxwaza Serdozgeriya Komarê ya Amedê qebûl kiriye.