spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Leşkerên tirk şivan tazî kirin û îşkence li wan kirin

Leşkerên ku li herêma Bestayê ya Şirnexê derketin operasyona leşkerî şivanên li ber pezî tazî kirin û bi awayekî hovane îşkence li wan kirin

Operasyona leşkerî ya bi navê “Operasyona Erenê ya Payîz-Zivistan-11″ ku Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê di 7’e mijdarê de li Şirnexê ragihandibû berdewam dike. Di operasyonê de bi derketina şer re leşker tehdê li welatiyên li herêmê dikin. Leşkeran li herêma Bestayê şivanên li ber pez ku ji ber ewlehiyê nexwestin navê xwe bidin tazî kirine, îşkence û heqaret li wan kirine.

Koçeran der barê mijarê de ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivîn û diyar kirin ku leşker li herêmê bi awayekî keyfî îşkenceyê dikin û ev agahî dan: “Çend roj beriya niha komeke leşkeran hat derdora 3 şivanên me girtin. Her sê jî anîn û ji wan re gotin,’Hûn PKK’yiyan li vir dibînin?’ wan jî ji wan re got,’ Me kesek neditiye.’ Piştre leşker hêrs bûn û ji şivanan re gotin, ‘Çawa hûn dibêjin me ew nedîtine’ û her sê şivanan di wê sarmayê de tazî kirin. Hemû kincên wan derxistin. Piştre îşkence li wan kirin. Şivan jî ji tirsa tiştek negotin. Em koçer in em ji bo pezê xwe li vir in. Em dixwazin ev zilma li ser me rabe. Di her operasyonên  leşkerî de ev tişt tên serê me.”