13 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

DYA: Divê Îranê binpêkirina serweriya Iraqê rawestîne

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Ned Price û Wezatreta Karên Derve ya Iraqê êrîşên Îranê yên li dijî serweriya axa Iraqê bi tundî şermezar kirin.

DYA’yê êrîşên Îranê yên li dijî navendên partiyên kurdan ên muxalifên Îranê li başûrê Kurdistanê şermezar kir. Di daxuyaniyê de ev êrîş wekî ‘Binpêkirina serweriya Iraqê û gefa li dijî yekitiya Iraqê’ binav kir.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Ned Price di dema beşdarbûna Wezîrê Derve yê Amerîka Anthony Blinken di civîna bilind a G20’an de li Balî ya Endonezyayê got: “Em bang li Îranê dikin ku gelek caran û bi awayekî aşkera serweriya Iraqê binpê kiriye, ku van êrîşan rawestîne û xwe ji gefên zêdetir li ser yekparçebûna axa Iraqê dûr bixe.”

Wezareta Derve ya Iraqê jî piştrast kir ku Bexda dê tedbîrên dîplomatîk ên bilind li dijî êrîşên Îranê bigire.

Wezareta Derve bombebarana Îranê ya li ser navçeyên Herêma Kurdistanê bi tundî şermezar kir.

Wezaretê di daxuyaniyekê de ragihand ku ew bi tundî êrîşên topxane û firokeyên bê firokên bêmirov li ser hejmarek navçeyên Herêma Kurdistanê pêk anîn, şermezar dikin.

Hêjayî gotinê ye ku dewleta tirk bênavber êrîşên dijwar û rojane li dijî başûrê Kurdistanê berdewam dike lê ne rayedarên Iraqê ne jî raya giştî ya navneteweyî tu nerazîbûnan li dijî dewleta tirk nîşan nade.