4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Serokên DYA û Çînê li hev civiyan

Di çarçoveya civînên welatên G20’an de û di demekê de ku rageşiya aborî û siyasî di navbera herdu welatan de heye, serokê DYA’yê Joe Biden û serokê Çînê Xi Jinping hevdîtin kir.

Îro di ber civîna G20’an de ku li girava Balî ya Endonezyayê tê lidarxistin, serokên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Çînê hevdîtin kir.

Serokê DYA’yê Joe Biden got tu alternatîfa dan û standinên yekser tune ye. Her wiha hêviya xwe ya derneketina şer di navbera Washington û Pekînê de nîşan da.

Serokê Çînê Xi Jinping jî ji Biden re got: “Em hemû girîngiyê didin têkiliyên DYA û Çînê.”

Her wiha destnîşan kir ku têkildarî dozên stratejîk ew amade ye dan û standinên vekirî bi Biden re bike.

Hêjayî gotinê ye ku ji dema hatina Joe Biden a bo serokatiya DYA’yê ev cara pêşî ye bi serokê Çînê Çînê dicive.