spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Civîna sêalî ya li dijî kurdan

Dagirkeriya tirk di her firsendê de, ji bo dijminatiya kurdan li destekê digere. Herî dawî li Moskovê di navbera Tirkiye, Rûsya û Sûriyê de civîneke sêalî çêbûbû. Wezîrê şer ê dewleta tirk, li xwe mikur hat ku wan di wê civînê de ji Şam û Moskovê xwestiye di qirkirina kurdan de piştevaniya Enqerê bikin.

Wezîrê şer ê tirk Hulusî Akar ku kurdan navê Hulusiyê Kîmyewî lê kiriye, der heqê naveroka civîna li Moskovê de ji çapemeniya tirk re jî axivîbû. Di civîna Moskovê de Hulusiyê Kîmyewî bi wezîrên parastinê yên Rûsya û Sûriyê re hevdîtin pêk anîbû.

Wezîrê şer ê tirk Hulusî Akar dema ku wezîrên Rûsya û Sûriyê re hevdîtin kirin, serokê MÎT’a tirk Hakan Fîdan jî bi hempîşeyên xwe yên rûs û sûrî re hevdîtin pêk anîn.

Hulusiyê kîmyewî ragihand ku wan di plana qirkirina kurdan de ji Rûsya û Sûriyê destek xwestiye. Wezîrê tirk anî ziman wan ji bo tasfiyekirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bazar kiriye. Lê der heqê tawîzên ku Sûriyê ji Tirkiyê xwestine tu detay parve nekirin.

Hulusiyê Kîmyewî ji protestoyên çeteyan ku li qadên di bin dagirkeriya tirk de pêk hatin xuya bû tirsiyaye, bi peyamekê hewl da dilê çetayan jî xweş bike. Wezîrê tirk ji bo pirseke têkildarî komkujiya duyem a li Parîsê jî dîsa xwest berpirsyariya Enqerê veşêre û bang li NATO û Yekitiya Ewrûpayê (YE) kir ku xwepêşandanên kurdan qedexe bikin.

Hulusiyê Kîmyewî li ser şikestina artêşa tirk a li Zapê jî ket tatêla veşartinê û xwest têkçûnê bi dijwarbûna eraziya Zapê îzah bike. Hulusiyê Kîmyewî got; li eraziyê newal û dolên kûr, berpal û pesarên bilind, gelek şkeft hene. Ev qad hemû bi bombe û mayînan hatine girtin. Bi van gotinan jî gotinên wezîrê şer ê berê Yaşar Buyukanit ku ji bo têkçûna di sala 2007’an de li Zapê ji bo bide jibîrkirin anîn bîra mirov.

Buyukanit hingê gotibû; em pir rehet vekişiyan. Kesên dibêjin hûn zû vekişiyan bila ew biçin 24 saetan li wir bimînin. Hulusiyê Kîmyewî ji bo ser têkçûnê binixumîne dîsa gef li Rojava xwarin û got, amadekariyên wan dewam dikin.

Mijara civîna li Moskovê di rojeva cîhana erebî de ye jî. Nivîskarê sereke yê rojnameya Raî El Youm Abdulbari Etwan ku heta çend sal berê piştgirê hikûmeta tirk bû, van demên dawîn li ser durûtiya Erdogan û kabîneya wî dinivisîne.

Etwan, di nivîseke xwe ya der heqê civînê de nêrînên xwe rêz dike û dibêje;

Di rojên pêşî de ji bo demeke kurt be jî wê dosyaya Sûriyê bikeve pêşiya mesela li Ukraynayê. Rûsya dixwaze Erdogan û Esad li gel hev bide rûniştandin û di civînê de bazarên girîng bîne ser masê.

Etwan, balê dikişîne ser daxwazên Sûriyeyê yên ji Enqerê û dibêje; Sûriye vegera koçberên li Tirkiyê, bidawîbûna dagirkeriya tirk û kontrola Idlibê dixwaze. Erdogan jî bi awayekî vekirî bi erêkirina van daxwazan beriya hilbijartinan naxwaze destê xwe qels bike û hewl dide bazara li ser van şertan bihêle piştî hilbijartinan.

Aşkera ye ku desthilata tirk li ber têkçûnê ye. Tevî desteka ji dewletên rojavayî û Rûsyayê jî li hemana ye bi zorê xwe li ser piyan digire. Ji bo têkbirina vê desthilatê ji her demê zêdetir pêdivî bi xwedîderketina kurdan a li hev û têkoşîna wan a hevpar girîng e.