5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Egîtîm Sen’ê banga perwerdeya zimanê zikmakî kir

Şaxa Egîtîm Sen’ê ya Amedê, der barê dersên bijarte û perwerdeya zimanê dayikê de daxuyanî da û banga perwerdeya zimanê zikmakî kir.

Di meha çileyê de dersên bijarte ji aliyê malbatan ve ji bo xwendekaran tên hilbijartin. Di nav dersên bijarte de dersên bi zaravayen kurmancî û kirmanckî yên kurdî jî hene. Ji aliyê dewletê ve daxwaza kurdan a perwerdeya bi zimanê zikmakî nayê bersivandin û li şûna wê tenê dersên bijarte ji bo xwendekarên kurd tên nasîn. Şaxa Sendîkaya Kedkarên Zanîst û Perwerdehiyê (Egîtîm Sen) ya Amedê, der barê zimanê dayikê û dersên bijarte de li avahiya xwe ya Şaxa Hejmara 1’an a li navçeya Yenîşehîr a Amedê daxuyanî da çapameniyê.

Di daxuyaniya ku endam û rêveberên sendîkayê tev li bûn de pankarta “Perwerdeya bi zimanê zikmakî mafê hemû gelan e” hat daliqandin. Daxuyanî bi zimanê kurdî û tirkî hat dayîn. Daxuyaniya bi kurdî ji aliyê Sekreterê Şaxa Egîtîm Sen’ê ya Amedê ya Hejmar 2’yan Fesîh Zîrek ve hat xwendin.

Zarok ji zimanê xw tên qutkirin

Fesîh Zîrek, diyar kir ku êdî bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî û wiha got: “Zimanê ku ne bi perwerdehiyê ji malbat, derdor û civakê tê hînbûn weke zimanê zikmakî tê pênasekirin. Kesek ji bilî zimanê xwe yê zikmakî, zimanekî din, du zimanê din hîn bibe û pê ragihandinê bike jî ew ziman tu car nikare bibe zimanê wî yê zikmakî. Perwerdehî û hînbûna ji bilî “zimanê fermî” qedexe kirine. Mafê perwerdehiyê bi her aliyên xwe ve pêk bê dê li ser rastiya xwe rûne. Li welatê me bi teybetî zarokên zimanê wan ê zikmakî kurdî, erebî, lazî, ermenî, hemşînî, çeçenî, suryanî û hwd. ne ji zimanê xwe têne qutkirin.”

Dîroka dersên bijarte ne diyar e

Di berdewamê de Zîrek, bal kişand ser mijara dersên bijarte ku ji bo hilbijartina wan hê dîrok nehatiye diyarkirin wiha pêde çû: “Li gel van hemû rastî û pênaseyan niha pêvajoyeke dersên bijarte jî li holê ye. Ji aliyê Wezareta Perwerdehiyê ve ji sala 2012’yan ve li dibistanên navîn û lîseyan hilbijartina dersên zikmakî di bin navê “Ziman û zaravayên dijîn” de weke mafekê hatiye nasîn. Em dixwazin vê agahiyê bidin ku îsal ev xebat hê nehatiye destpêkirin. Li ser vê tu agahî bi me re û bi raya giştî re jî nehatiye parvekirin.”

Em ê têkoşîna xwe bidomînin

Zîrek, di dawiya daxuyaniya de ev tişt gotin: “Weke Egîtîm-Sen em dibêjin ku zarok divê li gor behre û xwesteka xwe dersên ku dixwazin divê hilbijêrin û bigirin. Teqez divê daxwaznameyên dersên bijarte bigihîjin xwendekaran û bi alîkariya dê û bavan bên dagirtin û radestî dibistanan bê kirin. Dîsa em dibêjin ku heke hemû gel bi zimanê xwe yê zikamakî perwerdeyê nebînin pirsgirêka jiyandina zimanan ne pêkan e. Heta ku ji bo hemû gelan em vî mafî bi dest bixin em ê têkoşîna xwe her dem bidomînin.” AMED