spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ciwan ji bo ‘Rêwîtiya Azadiyê’ amadekariyê dikin

Ciwanên kurd û enternasyonal bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, amadekariya meşa “Rêwîtiya Azadiyê” dikin.

Ciwanên kurd û enternasyonal ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, amadekariyên meşa duyemîn a “Rêwîtiya Azadiyê” dikin. Çalakî dê di çarçoveya kampanyaya navneteweyî ya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya siyasî” de tê lidarxistin. Çalakî dê di 9’ê sibatê de li bajarê Mannheîm ê Almanyayê dest pê bike û di 16’ê sibatê de li bajarê Strasbourg ê Fransayê bi konferanseke ji bo Abdullah Ocalan bi dawî bibe.

Komîteya Amedekar a çalakiya Rêwîtiya Azadiyê têkildarî çalakiyê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de wiha gotin: “Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 25 sal in bi rengekî tecrîdkirî dîlgirtî ye. 15’ê Sibatê ku dema komploya navneteweyî ye ku di şexsê Rêber Apo de li dijî gelê kurd hate kirin, di heman demê de roja qirkirina kurdan e. Tecrîda ku dewama komploya navneteweyî ye bi karaktereke navneteweyî dewam dike. 36 meh in agahî ji Rêber Apo nayê wergirtin. Jin û ciwanên kurd ev tecrîd û sîstema qirkirinê tu carî qebûl nekirin. Her gavê û di her şert û mercî de jin û ciwanên kurd li dora Rêberê xwe bûne xeleka ji agir û nehiştin komploya navneteweyî bi ser bikeve. Di demekê de ku komploya navneteweyî hatiye nûkirin û êrişên qirkirinê zêde bûne, em ciwanên kurd konsepta tunekirinê nas nakin, awa ku hevrêyên me li Avaşîn, Metîna û Zapê li dijî faşîzma tirk têdikoşin, em ê jî heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têkoşîna xwe dewam bikin.

Li ser vê bingehê, Meşa Ciwanan a Almanyayê ku zêdeyî 25 sal in bi rengekî kevneşop tê lidarxistin, îsal bi dirûşma ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareserî ji pirsgirêka kurd re’ tê lidarxistin û em bang li ciwanên kurd hemûyan dikin ku bi ruhê seferberiyê tev li bibin. Ev meşa me ku di çarçoveya pêngava azadiya Rêber Apo de tê lidarxistin ku gelên cîhanê pêngav da destpêkirin, bi tevlibûna ciwanên kurdistanî wê hêzê bide pêngavê.”