30 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li başûr rewşa rojnamegeran û saziyên çapemeniyê

Navenda Metro ya ji bo parastina mafên rojnamevanan, rapora sala 2023’yan a der barê binpêkirinên li Herêma Kurdistanê li beramberî rojnamevanan pêk hatine, eşkere kir.

Navenda Metro behsa binpêkirinên li dijî rojnamegeran pêk hatine kir û ev agahî dan: “Di sala borî de 249 binpêkirinên mafan li beramberî 247 rojnamevan û saziyên çapemeniyê pêkhatine. Herêma Kurdistan ji bo karê rojnamevaniyê ne bi ewleye û yasayên rojnamevanî nayên bicihanîn.”

Li gorî nûçeyeke Rojnews’ê îro li otela Ramada ya Silêmaniyê Navenda Metro ya ji bo parastina mafên rojnamevan, di civînek çapemeniyê de rapora xwe ya sala borî ya di derbarê binpêkirinên mafên rojnamevanan de parve kir.

Di destpêkê de Rêveberê Navenda Metro rexne li desthilata Herêma Kurdistanê kir û got: “Herêma Kurdistan ji bo karê rojnamevaniyê cihek tirsnak û metirsîdare. Her wiha di raporên navdewletî, yên rêxistina nûçegihanên bê sinor (CPJ) û Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (Human Rights Watch – HRW), de îşaret bi binpêkirinên li beramberî mafên rojnamevanan ên li Herêma Kurdistan û Iraqê dikin. Di raporan de Herêma Kurdistan wek jîngehek tirsnak û metirsîdar ji bo rojnamevanan tê bi navkirin.”

Piştre rapora Navenda Metro ya li ser binpêkirinan hat xwendin. Di rapora Navenda Metro de cih bi van amaran hatiye dayîn; “Di sala borî de (2023) de 249 binpêkirin li beramberî 257 rojnamevan û saziyên çapemeniyê hatine tomarkirin. Ji vana 134 bûyerên cûdakarî û astengkirinê, 38 bûyerên desteserkirin û şikandina kelûpelênrojnamevanan, 27 bûyerên êriş, gef û heqaretê, 5 bûyerên binçavkirinê yên li dervey yasaya rojnamevaniyê. 37 bûyerên desteserkirina bêy biryara dadgehê, 4 bûyerên êrişên elektronîk, 2 bûyerên şikandina kelûpelên rojnamevanan, 2 bûyerên biserdegirtina malên rojnamevanan.”