5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ciwanên Mihabadê ji bo 4’ê Nîsanê şitil çandin

Komîteya Jinan a Şehîd Manî Kiyaksar li bajarê Mihabad a Rojhilatê Kurdistanê bi boneya 4’ê Nîsanê roja Rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Oclan û salvegera damezrandina PJAK’ê şitilên daran çandin.

Komîteya Jinan a Şehîd Manî Kiyaksar bi boneya 4’ê Nîsanê roja Rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û roja salvegera damezrandina Partiya Jinên Azad a Kurdistanê (PJAK), li bajarê Mihabad a Rojhilatê Kurdistanê şitilên daran çandin.

Komîteya Jinan a Şehîd Manî Kiyaksar der barê armanca çalakiya xwe de daxuyaniyek belav kir û wiha hate gotin: “Em weke jin û xortên Mihabadê di vê rojê de bi çandina hinek şitilên daran dayîkbûna Rêber Apo û damezrandina PJAK’ê berz û pîroz digirin dest. Daxwaza azadiya Rêber Apo û yekitiya neteweyî ya gel û aliyên siyasî dikîn. Ji bo serkeftina me ya di Şoreşa li Îranê serîhildayî, yekitî û yekrêzî pêwîst e. Em dixwazin şitla azadiyê li ser rûyê erdê her hebe û neyê birîn. Em hemû destê xwe bidin destê hev û tovê azadiyê biçînin. Heta ku xeyalên me yên ji bo azadiya jin û azadiya civakê pêk neyê, berxwedana me wê berdewam be.”