27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çiyayê herî mezin ê cemedê tune bû

Hat diyarkirin ku çiyayê herî mezin ê dinyayê yê cemedê A68 heliya û perçe perçe bûye. Daîreya Cemedê ya Neteweyî ya Amerîkayê, têkildarî mijarê daxuyaniyek da û ragihand ku çiyayê cemedê perçeyî perçeyên bêhejmar ê biçûk bûye û êdî nayê şopandin.   

A68 dema ku di tîrmeha 2017’an de li sînorê Antarktîkayê ji bergeha parzemînê ya Larsen C’yê veqetiya, bi qasî 5 hezar û 800 çargoşeya kîlometreyan mezin bû. Sala borî di meha qanûnê de hatibû diyarkirin ku îhtîmalk heye çiyayê cemedê li Girava Georgia ya Başûr a li başûrê Antarktîkayê bikeve, lê piştre ji ber çiya perçe bûbû ev xeter ji holê rabûbû.   

Gelek zanîstên cemedê, diyar kirin ku veqetîna A68 a ji bergeha parzemîna Antarktikayê “pêvajoyeke xwezayî” ye û weke sedema helandinê jî nizmbûna wî nîşan dan. Zanîstan, da zanîn ku ji ber hevsengiya barîna berfê bergehên parzemînan ji kutleya sereke vediqetin û gotin ku eleqeya veqetîna A68 bi qrîza avhewayî ya mudaxaleya mirovan re tune ye.