4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çiyayê Metînayê bi balefiran hate bombekirin

Di saetên sibehê de balafirên şer ên dewleta tirk çiyayê Metîna yê li nêzî bajarokê Amêdiyê bombebaran kirin

Li gorî agahiyên ajansa Rojnews’ê ji çavkaniyên herêmê girtine, di saetên sibehê de balafirên şer ên dewleta tirk çiyayê Metîna yê li bakurê nahiyeya Dêrelok a girêdayî Amêdiyê bombebaran kirin.

Li gorî agahiyan balafiran devera Sêgirê bombebaran kirine, piştî êrîşê şewatek mezin bi eraziyê deverê ketiye.

Heta niha derbarê ziyanên êrişê de agahiyên zelal bi dest neketine.

Hêjayî gotinê ye ku rojane dewleta tirk deverên sinorî yên Başûrê Kurdistanê bombebaran dike, ji bilî ziyanên canî ziyanek mezin digihîne xak û jîngeha Kurdistanê.