18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

CPT li Îmraliyê hem hevdîtin kiriye hem jî nekiriye!

Serokê Heyeta Îmraliyê ya CPT'yê Therese Rytter ku di navbera 20-29'ê îlonê de çûbû Îmraliyê û gotibû ku bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin kirine, vê carê jî got ku ji bo lêkolînkirinê çûne Îmraliyê.

Li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê, tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtî Omer Hayrî Konarî, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim ku li cem Ocalan girtî ne berdewam dike.

Tevî hemû hewldanên kurdan ên ji bo azadiya Abdullah Ocalan jî tecrîda li Îmraliyê nayê rakirin. Di encama bertek û nerazîbûnên kurdan û dostên kurdan de ji Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) heyetek di navbera 20-29’ê îlonê de serdana Tirkiyeyê kiribû û çûbû Îmraliyê. CPT di daxuyaniya xwe ya der barê serdanê de angaşt kiribû ku bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kirine.

Di nav hefteyê de Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, bi daxuyaniyekê ragihand ûgot  agahî girtine ku di serdana CPT’yê de Abdullah Ocalan heyeta CPT’yê qebûl nekiriye û pê re hevdîtin pêk nehatiye. Nûçegîhana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Gozde Çagri Ozkose xwe gihand CPT’yê û mijarê jê pirsî. Li gorî nûçeya ku MA’yê derbas kiriye, serokê Şandeya Îmraliyê ya CPT’yê û serokê 2’yemîn ê CPT’yê Therese Roytter, ji Ozkose re axivî û bersiveke sosret da.

Bersiveke xumam

THere Rytter, ji bo pirsa “Hevdîtin bi Abdullah Ocalan re hatiye kirin yan na” ev bersiv da: “Bi munasebeta serdanê, heyet ji bo vekolandina şert û mercên her çar girtiyên li Îmraliyê, çûye Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F’yê. Di vê çarçoveyê de bi taybetî li ser pêwendiya wan a bi derve re hatiye sekinandin.”

Roytter, beriya niha di 4’ê cotmehê de jî ji MA’yê re axivîbû û ev tişt ragihandibû: “Ez dikarim bibêjim ku me serdana hemû girtiyên li Tirkiyeyê kir lê nikarim daneyan parve bikim. Piştî rapora bi raya giştî re hat parvekirin, ev dê bên aşkerakirin.”