26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dadgeha Siwêdê dadgerekî berê yê Îranê di darizîne

Li paytexta Siwêd Stockholmê darizandina Hemîd Nûrî ku yek ji berpirsên darvekirinên salên 80’yî ye dest pê kir. Dadgerê berê Hemîd Nûrî bi tewana ‘kiryarên li dijî mirovahiyê’ , binpêkirina qanûnên navnetewî û kuştina mirovan tê darizandin. Hemîd Nûrî di darvekirinên komî yên salên 1988’an de xwedî roleke sereke ye û yek ji berpirsiyarên sereke yên wan darvekirinan e.

Dadgeha Swêdî dest bi xwendina lîsteya tewanên Nûrî kir ku ji 8 hezar rûpelan pêk tê. Tê de rola wî ya di wan darvekirinên li dijî bi hezaran girtiyên siyasî tê aşkerakirin.

Wekî tê zanîn di nava muxalifên Mucahidî Xelq û gelek muxlifên din ên siyasî ên çepgir di sala 1988’an de li Îranê bi rengekî komî hatin darvekirin.

Ew darvekirin bi fermana Ruhu Alah Xumeynî pêk dihatin û lijneyeke ji 4 kesan hatibû avakirin ku navê ‘Lijneya Mirinê’ li wan hatibû kirin. Di nava wê lijneyê de serokê Îranê yê niha Ibrahîm Reîsî jî hebû, wezîrê berê yê dadê Mustefa Bormuhemedî, Huseyin Nêrî û Murteza Işraqî jî di wê lijenyê de cih digirtin.

Di sala 2019’an de Hemîd Nûrî li balafirgeha Stockholmê hatibû binçavkirin. Darizandina wî îro dest pê kir.

Niha pirsa herî zêde di serê mirovan de bê bersiv dimîne ew e ku gelo dê ev bûyer bandoreke çawa li ser serokê Îranê Ibrahîm Reîsî bike. Îbrahîm jî yek ji endamê ‘Lijneya Mirinê’ bû. Disa pirsa gelo dê ev yek dê rê li ber darizandina Resîsî jî veke yan na? tîne aqilan.