9 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Sersaxî ji bo Endamê Lijneya Şêwra Weşanê ya Xwebûnê

Endamê Lijneya Şêwrê ya Weşanê ya Rojnameya me Xwebûnê Prof. Dr. Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyev ji ber şewba koronayê 2 roj berê jiyana xwe ji dest da. Em wekî rojnameger û xebatkarên Rojnameya Xwebûnê sersaxî û sebrê ji malbata mamosteyê hêja Kinyaz re dixwazin. Serê gelê kurd û malbata wî sax be. Xweda sebrê bide dost, heval û hevrêyên wî.

Serokê Federasyona Komeleyên Kurdên Sovyeta Berê û Serokê Yekitiya Kurdên Qazakistanê Prof. Dr. Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyev ku 20 roj bûn li dijî nexweşiya koronayê têdikoşiya, li Nexweşxaneya Almatayê ya Qazakistanê jiyana xwe ji dest da. Profesor, zimanzan, rexnegir, ramyar, akademîsyen Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyev di 1’ê gulana 1947’an de li Ermenistanê ji dayîk bû. Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyev demeke dirêj di Zanîngeha Dewletê ya Ermenistanê li ser ziman û wêjeya Azerbaycanê kedeke mezin da. Di Zanîngeha Abay a Dewletê li Almatê de serektîya para Fîlolojîya Rojhilatê kir.

Kinyazê Mîrzoyev ku li bajarên weke Parîs, Berlîn, Brûksel û hwd. endamê gelek zanîngeh û enstîtuyên lêgerîna zanistê ye, li bajarên Almatê, Moskova, Sankt-Petersburg, Bakû, Êrîvan, Tîflîs, Parîs, Berlîn, Amsterdam, Brûksêl û Tehranê çalak beşdarî konferansên zanistî yên teorîk û praktîk bûye.

Kinyazê Mîrzoyev endamê Yekitiya Nivîskarên YKSS (Yekitiya Komarên Sovyeta Sosyalîst), serekê para Azerbaycan a Yekitiya Ermenistanê bûye û redaktorîya kovara “Edebî Ermenistan” kiriye. Endamê PENa Kurd bû û li Almatê serredaktorîya kovara “Nûbar” dikir.

Kinyazê Mîrzoyev di jiyana civakî û siyasî ya kurdên Sovyeta berê û Komara Qazaxistanê de roleke çalak leyîst. Di 28’ê îlona 2003’an de serektîya “Berbang” -Yekitiya Kurdên Qazaxistanê meşand. Ji sala 2002’yan ve cîgirê serekê Yekitiya Komeleyên Kurd ên Navneteweyî bû.

Di sala 2006’an da pirtûka wî ya bi navê “Zimanê kurdî” ku du cîld in û ji bo komên 2-5 û 6-9 hatibû amadekirin, ji aliyê Wezareta Perwerde û Zanistê ya Qazaxistanê ve hatibû pesendkirin, weke pirtûka dersê derkete ronahiyê. Wî wisa jî sala 2006’an “Bername û rêberîya mêtodîkayê ji bo mamosteyê zimanê kurdî” amede kiribû. Bi zimanên wekî kurdî, ermenî, tirkî, azerî, rûsî, qazaxî û farsî dizanîbû.

Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyev bi ked û sekna xwe xizmeteke mezin ji bo çand, ziman û civaka kurd kiriye. Em dubare ji malbat û dostên wî re sersaxiyê dixwazin.