11 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dadgehê 11 meh ceza li rojnamevan Şîmşek birîn

Danişîna biryarê ya Midurê berê yê ji Karên Nivîsê yê Evrenselê Berpirsyar Cem Şîmşek ê ji ber nûçeya “Karîkaturîstên Alman Erdogan nexweş xêz kirin” bi îdiaya “Heqareta li Serokkomar” kiriye doz hatibû vekirin, li 27’emîn Dadgeha Cezayê ya Asliyê ya Bakirkoya Stenbolê hat dîtin. Parêzerê Cem Şîmşek, Devrîm Avci û parêzerê gilîker di danişînê de amade bûn. Parêzer Avci, parastin kir û diyar kir ku Şîmşek di çarçoveya azadiya çapemeniyê de karîkatura ku karîkaturîstên Alman xêz kirin parve kiriye, ev ne sûc e û daxwaza beraeta Şîmşek kir.

Dadgehê bi îdiaya “Heqareta li Serokkomar” 11 meh 20 roj cezayê hepsê li Şîmşek birî û biryara taloqkirina  înfaza ceza da.