8 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dadger 90 meh ceza li sazumankara Rosayê Narîn Gezgor birî

Dadgeha Cezayên Giran a Amedê 90 meh ceza (7 sal û 6 meh) li endama sazûmankara Komeleya Jinan a Rosayê Narîn Gezgor birî

Endama Damezirîner a Komeleya Jinan a Rosayê Narîn Gezgor di 8’ê hezîrana 2020’an di çarçoveya lêpirsîna derheqê komeleyê de hatibû binçavkirin, piştre hate girtin û hatibû berdan. Gezgor, bi awayekî negirtî û bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” dihat darizandin. Di 11’ê mijdara 2020’an de dadgehê 7 sal û 6 meh cezayê hefsê da. Dadgeha Îstînafê jî bi sedema “lêkolîn kêm hatiye kirin” biryar betal kiribû. Li ser vê yekê Gezgor dîsa hate darizandin û danişîna wê li 9’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hate lidarxistin. Gezgor tev li danişînê nebû. Lê parêzerên wê Elîf Tîrenç Îpek Ulaş û Semra Balyan amade bûn.  Dozger, mutalaaya xwe pêşkeş kir û xwest bê girtin.

Parêzer Elîf Tîrenç Îpek Ulaş li dijî mutalaayê parastin kir û bi bîr xist ku dosya ji îstînafê vegeriyaye. Uaş, got ku şahid Fuat Yavuzer diyar kiriye ku miwekîla wê nas nake. Ulaş, destnîşan kir ku mutalaaya dozger mîna ya berê ye û got:  “Endamtiya Komeleya Jinan a Rosayê sûc nîne.” Ulaş, biryara mînak pêşkeşî şandeyê kir û xwest ji bo miwekîla wê biryara beraetê were dayîn û biryara kontrola edlî were rakirin.  Parêzer Semra Balyan jî daxwaza beraeta miwekîla xwe kir.

Şandeya dadgehê jî bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” careke din 7 sal û 6 meh cezayê hefsê da Gezgor.