2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji bo piştgiriya QSD’ê meşiyan: Em ê xwe biparêzin

Hêzên Meclîsa Leşkerî û parazvanên Minbicê ji bo piştgiriya QSD’ê meş lidarxistin û gotin: “Em ê li gel hêzên xwe yên leşkerî bajarê xwe biparêzin û li pey şopa şehîdên xwe bin.”

Ji bo piştgiriya QSD′ê, hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê, hêzên parêzvanên Minbicê, bi sedan şêniyên Minbicê, endamên Rêveberiya Sivîl, meclisên sivîl, partiyên siyasî, endamên Meclisa Leşkerî ya Minbicê, rûspî û şêxên eşîran û rêxistinên civaka sivîl meşeke girseyî li dar xist. Meş ji Çerxerêya Mîzan ber bi Çerxerêya Delê ve dest pê kir. Li Çerxerêya Delê meş veguherî mîtîngê. Li wir hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê Mihemed Xêr Şêxo komplo û êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi taybet Minbicê şermezar kirin û got: “Li gorî tîpên peyva Minbicê em bi hev re li kêlek hêzên xwe yên leşkerî parastina bajêr bikin, soz didin şehîdên xwe li ser şopa wan bin. Bi zendên şêniyan em ê van komployan têk bibin û parastina destkeftiyan bikin û em li hember êrişan di yek xendekê de ne.” Şêxo bang li welatiyên Tirkiyeyê kir û wiha got: “Nebin lîstokê destê hêzên derve.”

Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş rola şêniyên Minbic, eşîrên ereban di têkbirina êrişên Tirkiyeyê de pîroz kir û got: “Bi berxwedana gel, eşîr û şervanên me yên li tevahî eniyên şer me komplo têk birin. Em xelkê vê eşîran û vî welatî ne û tu kes nikare li pêş me bisekine.”

Derwîş spasiya ciwanên li kêleka hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê sekinîne û çek li dijî dijmin hilgirtine, kir.

Derwîş hêzên parêzvanên bajêr ji Meclisa Leşkerî ya Minbicê, Ceyş El Siwar, Cebhet El Ekrad, Lîwa El Şîmal El Demokratî û Meclisa Leşkerî ya Babê tevahî li eniyên şer in û dersên giran didin çeteyan.

Isedî: Em xwedî vînek xurt in

Berdevkê Meclisa Rûspiyan a Minbicê şêx Mihemed Sadiq El Isêdî axivî û got xelkê eşîran her tim bi QSD′ê û Meclisa Leşkerî ya Minbicê re. Şênî û pêkhateyên wê tevî xelkê eşîran û senka wan bi QSD′ê êrişên li ser herêmê têk birin.

El Isêdî wiha domand: “Em pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi sedan salan ve bi hezkirin û aştî dijîn. Divê Erdogan û çeteyên wî bizanin ku em li hember balafirên bêmirov û şerê taybet li ber xwe didin. Ji ber ku em xwedî vîneke xurt in.”

Meş bi dirûşmên “Na ji fitneyê re”, “Erê ji xwişk û biratiya gelan re” û”Bijî berxwedana Meclisa Leşkerî ya Minbicê re”.