30 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dana: Di êrişên Tirkiyeyê de 3 milyon dar tune bûn

Partiya Keskan a Kurdistanê, di çarçoveya Roja Hawîrdorê ya Cîhanê de li ofîsa xwe ya li bajarê Suleymaniyê yê Herêma Kurdistanê daxuyaniyek da çapameniyê. Ajansa Nûçeyan a Rojnewsê cih da daxuyaniya Partiya Keskan û talankirina xwezayê. Berdevkê Partiya Keskan a Kurdistanê Dana Necmedîn, di daxuyaniyê de diyar kiriye ku piştî êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Herêma Kurdistanê li herêma Behdînanê 3 milyon dar tune bûne. Necmedîn, da zanîn ku ew dê li dijî êrişên Tirkiyeyê serî li Dadgeha Iraqê û Netewên Yekbûyî (NY) bidin. Necmedîn, bi lêv kir ku li dijî polîtîkayên bêdarhiştinê li bajarê Silêmaniyê û dora wê projeyeke wan a çandina milyonek dar heye û gel vexwend piştgiriya parastina hawirdorê ya Kurdistanê.