3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Danişîna ‘Doza Çapemeniyê ya KCK’ê hat taloqkirin

Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê danişîna “Doza Çapemeniyê ya KCK’ê” ku 46 rojnamevan û xebatkarên medyayê tê de tên darizandin, taloqî 30’yê çileya 2024’an kir

Danişîna 29’emîn a doza ku wek “Doza Çapemeniyê ya KCK’ê” tê zanîn û 46 rojnamevan û xebatkarên medyayê jê tên darizandin, li 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat lidarxistin. Yên ji dozê tên darizandin beşdarî danişînê nebûn û parêzerên wan amade bûn.

Ji ber şandeya dadgehê guherî ewilî zabitên berê hatin xwendin. Paşê jî parêzerê Rawîn Stêrk Yildiz, Sercan Korkmaz axivî û da zanîn ku lêkolînên hewcedar temam bûne û xwest telefona miwekîlê wî lê bê vegerandin.

Şandeya dadgehê biryar da ku danişînek din ev daxwaz bê nirxandin.

Şandeyê biryar da ku fermana zeftkirina Îsmet Kayhan berdewam bike û danişînê taloqî 30’yê çileya 2024’an kir.