spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji ber gefên li wan penaberên afgan terka Pakistanê dikin

Li ser gefên dersînorkirinê yên hikûmeta Pakistanê, bi hezaran koçberên afgan ji neçarî terka Pakistanê dikin û careke din berê xwe didin Afganistanê.

Li Pakistanê nêzî 2 milyon koçberên Afganistanê hene. Di demên dawîn de hikûmeta Pakistanê gefa dersînorkirinê li koçberên Afganistanê dixwe û heta 1’ê mijdarê dem daye wan. Her wiha dibêje afganên ku Pakistanê terk nekin wê wan binçav bikin û ber bi Afganistanê bene dersînorkirin.

Balkêş e hikumeta Talîbanê ku piraniya afgan ji ber zilm û zordariya wê Afganistanê terk kirine, vê zext û gefa Pakistanê weke ‘tacîz’ pênase kir û şermezar kir. Li gorî nûçeyeke ku Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) daye, bi hezaran koçberên afgan ji neçarî bi wesayit û qemyonan berê xwe dane deriyê sînor ê Torhamê. Roj bi roj ev hejmar zêde dibe û tenê îro bi qasî 10 hezar koçber li deriyê kom bûne.

Ji destpêka meha cotmehê ve zêdeyî 100 hezar koçberên afgan vegeriyane Afganistanê.