28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji bo rojnameger Arslan biryara berdanê hat dayîn

Danişîna ewil a doza nûçegihanê MA’yê Firat Can Arslan hat dîtin û heyeta dadgehê ji bo Arslan biryara berdanê da.

Danişîna ewil a doza nûçegihanê Ajansa Mezopotamya (MA) Firat Can Arslan ku bi angaşta “wezîfedarê cemaweriyê ji ber wezîfeya wî kiriye hedef” tê darizandin, li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Arslan ji Girtîgeha Sîncanê ya Enqereyê bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) li gel parêzera xwe Şevîn Kaya beşdarî danişînê bû. Li eywana danişînê jî parêzer Resûl Temûr û Çîgdem Kozan amade bûn. Nûnerên Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) û MLSA’yê dozê şopandin.

Piştî tespîta nasnameyê danişînê dest pê kir û Arslan parastina xwe kir. Arslan destnîşan kir ku ew bi darizandinek “trajîkomîk” re rû bi rû ne û ev tişt got: “Rojnamevanî tê darizandin. Prensîbên rojnamevaniyê hene. Rojnamevanî mafê wergirtina agahî û nûçeyan a civakê pêk tîne. Divê rojnamevan li her deverê neheqî û bêedaletiyê binivisîne. Cewhera xebata me heqîqet e, lewma ev jî her heyamê hin kesan aciz kiriye û bûye mijara darizandinê. Ji Osmaniyan vir ve li ser rojnamevanan zext hene. Di salên 90’î de li vî welatî rojnamevan bi awayên faîlî meçhul/diyar hatin qetilkirin. Rojnamevan hatin bombebarankirin. Piştî pêvajoya çareseriyê desthilatdariya AKP’ê dest bi şer kir û dest bi pêvajoya manîpulasyonê kir. Ewilî jî rojnamevan kirin hedefa xwe.”

Di berdewamê de Arslan anî ziman ku daraz li ser fermana desthilatdariyê li rojnamevanan zext tê kirin û ev nirxandin kir: “Em behsa rejîma yek zilamî dikin. Rojnamevan bi sedemên siyasî tên girtin û darizandin. Em bi zîhniyetek wisa re rû bi rû ne.”

Piştî parastina Arslan, heyeta dadgehê biryara beraet û berdanê da.