27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Leyla Guven ji doza xwe ya Taybet Înan beraet kir

Hevseroka KCD’ê Leyla Guven di doza xwe ya ku ji ber axaftina xwe ya di bîranîna Taybet Înan de kiribû dihat darizandin de beraet kir.

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, di sala 2020’an de tevlî bîranîna Taybet Înan a li ser gora wê ya li navçeya Silopiyayê bûbû û axaftin kiribû. Ji ber vê axaftinê wê bi angaşta “xelkê li kîn û dijminatiyê sor dike” doz lê hatibû vekirin. Danişîna duyemîn a doza Guven li Dadgeha Cezayê Asliye ya Silopiya hat dîtin.

Leyla Guven ji ber ku ji dozeke xwe ya din girtî tê darizandin li girtîgeha lê tê ragirtin bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bû. Parêzerên wê jî li danişînê amade bûn. Danişînê bi tespîta nasnameyê dest pê kir. Guven di danişînê de parastina xwe kir û destnîşan kir ku ew ji ber axaftina di bîranîna Taybet Înan de kiriye ne poşman e û ew sûcdariya li ser xwe qebûl nake.

Di berdewamê de Guven, diyar kir ku ji ber ew mafên mirovan diparêzin her tim doz li wan tên vekirin û ev tişt got: “Helbet em  ê dewletê û hikûmetê ku dibin sedema kuştina mirovan rexne û protesto bikin. Em dibêjin bila şer û pevçûn biqedin û aştî pêk were. Bes e bila êdî dawî li mirina mirovan bê anîn.”

Parêzerê Guven Hevserokê ÎHD’a Şirnexê Haşîm Togûrlû jî parastina miwekîla xwe kir û xwest Guven bê beraetkirin.

Piştî parastina Guven û parêzerê wê Haşîm Togûrlû heyeta dadgehê, destnîşan kir ku axaftina Guven nabe sûc û biryara beraetê da.