10 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji wesayita serokê Komeleya Gaziyan 50 kîlo esrar derket

Serokê Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya Malbatên Şehîd û Gaziyan Şahîn Aslan ê ku 50 kîlo esrar di wesayîta wî de hat desteserkirin, hat girtin.

Serokê Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya Malbatên Şehîd û Gaziyên Qehremanên Têkoşîna bi Terorê re û Vazîfeyê Şahîn Aslan ji sûcê “bazirganiya madeyên hişbirê dike” hat girtin.

Li gorî tê gotin, wesayîtek ji Amedê ber bi Rihayê ve diçe û li Qereqola Leşkeriyê ya Pîrînçlîkê tê sekinandin û di wesayîtê de jinek û merek hebûne. Leşker di nav wesayîtê de lêgerînê dikin û 50 kîlo esrar desteser dikin.

Derket holê ku wesayît aîdî Serokê Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya Malbatên Şehîd û Gaziyên Qehremanên Têkoşîna bi Terorê re û Vazîfeyê Şahîn Aslan e.

Hefteya bihûrî bûyer diqewime û Aslan û ew jina li gel wî hatin binçavkirin. Dadgeha Amedê ji sûcê “bazirganiya madeyên hişbirê dike” Aslan da girtin û şand girtîgehê. Ew jina li gel wî tê berdan.

Hat zanîn ku dozgeriyê biryara “veşarî” daniye ser dosyeya bazirganê hişbirê Şahîn Aslan.

Têkiliya wî bi rayedar û leşkeran re heye

Tê gotin ku ev bazirganê hişbirê Şahîn Aslan li gel burokratan û rayedarên leşkeriyê radibe û rûdinê û her tim bi wan re di nava dan û stendinê de ye. Hat zanîn ku têkiliya Aslan bi Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Abdullah Çiftçî re jî heye. Dema ku Çîfçtî qeyûm û qeymeqamê navçeya Sûrê bû Aslan li gel wî wêne girtiye û belav kiriye.

Hat diyarkirin ku têkiliya Aslan bi rayedarên leşkerî yên li Amedê re heye û wî her tim serdana wan malbatên li ber avahiya HDP’a Amedê hatine rûniştandin kiriye.