3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Danişîna Doza Kobanê îro jî berdewam dike

Di Doza Kobanê de siyasetmedar Mesût Bagcik bal kişand ser îfadeyên şahidê veşarî û got ku di wê dîroka ku şahid îşaret pê kiriye, ew di girtîgehê de bûye.

Rûniştina yekemîn a danişîna 30’yemîn a Doza Kobanê ku Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de 18 jê girtî bi giştî 108 siyasetmedarên kurd bi hinceta bûyerên 6-8’ê Cotmeha 2014’an tê de tên darizandin, li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê dewam kir.

Piştî navberê siyasetmedar Mesût Bagcikê beyanên xwe domandin. Bagcik di beyanên xwe de bal kişand ser îfadeyên şahidê veşarî Atlas ku gotiye ew di navbera 2008 û 2010’an de li herêma Egeyê xebitiye û got ku lê belê ew wê demê li Amedê di girtîgehê de bûye û ji bo vê ji dadgehê doza belgeyê kiriye û girtîgehê jî ev yek piştrast kiriye.

Dadgehê piştî beyanên Bagci, navber da danişînê. Danişîn dê îro serê sibehê saet di 10.00’an de ji cihê mayî bidome.