17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Polîsan nehişt mele li ser cenaze nimêj bike

Malbatê, cenazeyê Gûrbet Kaymaz a YJA-Starî ku li Bedlîsê di şer de jiyana xwe ji dest da, li Sêrtê spartin axê. Polîsan destûr neda mele nimêja cenaze bike

Malbatê, cenazeyê Gûrbet Kaymaz a YJA-Starî ku li Bedlîsê di şer de jiyana xwe ji dest da, li Sêrtê spartin axê.

Malbata Gûrbet Kaymaz a YJA-Starî ku li navçeya Xîzan a Bedlîsê di şerê 14’ê tîrmehê de dest pê kir û heta 28’ê tîrmehê dewam kir de jiyana xwe ji dest da, spartin axê. Malbat ji Sêrtê çû Bedlîsê û cenazeyê Kaymazê piştî testa DNA’yê li hev derket, ji Nexweşxaneya Dewletê ya Bedlîsê wergirt. Malbatê cenaze anî Sêrtê. Dema malbatê cenaze anîn Sêrtê, polîsan astengî derxist û neheqî kirin. Polîsan Goristana Zevyeyê dorpêç kir û nehişt malbat wecîbeyên dînî pêk bînin. Her wiha nehiştin mele tevlî merasîma definkirina cenaze bibe.

Ji malbatê tenê destûra 10 kesan hat dayîn ku cenaze defin bikin. Polîsan daxwaza ji bo şûştina cenaze jî bi gefxwarinê red kir. Malbatê di bin zext û astengiyên polîsan de cenazeyê Kaymazê defin kir.