17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

​​Hefnawî: Ji bo azadiya Ocalan tevgereke jinan a hiqûqî divê

Nivîskara ji Misirê Kerîma El Hefnawî diyar kir ku ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêdivî bi tevgereke hiqûqî ya jinan heye

Nivîskara ji Misirê Kerîma El Hefnawî diyar kir ku ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêdivî bi tevgereke hiqûqî ya jinan heye.

Kongreya Navneteweyî ya Jinan 18 û 19`ê tebaxê bi beşdariya zêdetirî 80 çalakvanên jin ji 10 dewletên ereb û Afrîkayê; Tunis, Urdun, Iraq, Sûdan, Lubnan, Filistîn, Misir, Sûriye, Tirkiye û Îranê, şandeyeke Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û şandeyeke Şengalê, pêk hat.

Însiyatîfa Nûn a ji bo Azadiya Ocalan, Komeleya Jîn a Jinan û Komeleya Çandî ya Newroz li Lubnanê kongre bi dirûşma “Li ser şopa jin, jiyan azadî” li dar xist. Di dawiya kongreyê de gelek biryar hatin stendin, jê herî girîng avakirina mîsaqeke herêmî ya hevbeş a jinan, lidarxistina kongreyeke herêmî ya jinan ji bo pêşxistina têkoşîna hevbeş a jinan, avakirina komîteyên hiqûqî û destpêkirina hemleyên herêmî yên stratjîk ji bo pêkanîna azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bû.

Nivîskar û Dr. Kerîma El Hefnawî ya ji Misirê ku endama eniya nîştimanî ya jinan ji bo parastina mafên jinên misirî û dozên erebî ye, beşdarî komîteyê bû. Kerîma El Hefnawî têkildarî tevlêbûna xwe ya di kongreyê de ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) re axivî. El Hefnawî, destnîşan kir ku banga wan a mafên jinan e nayê wateyê ku ew banga zayendperestiyê dikin, lê belê ji ber ku jin beşeke ewlehî, pêşketin û pêşxistina civakê ye.

Kerîma El Hefnawî da zanîn ku di kongreyê de, gelek tecrubeyên têkoşînê hatin parvekirin û wiha got: “Me daxwazên jinan, sûc û êrişên li dijî wan tên kirin çi li dewletên ereb yan jî herêmên kurdî yan jî Afganistan yan jî Îran yan jî Afrîka nirxandin. Me astengiyên li pêşiya jinan derdikevin, gotubêj kirin.2

Kerîma El Hefnawî da zanîn ku beşdaran li ser van xalan lihev kir: “Zehmetî hene ku jinan û çanda wê diçewsînin, ruxmî ku rola wê di civakê de lê li ser bingeha ku kêmî mêr e danûstandin pê re tê kirin. Me li hev kir ku divê jin di aliyê aborî de were xurtkirin  û dabînên civakî jl re hebin.”

Kerîma da zanîn ku di kongreyê de behsa tundiya li dijî jinan hate kirin çi tundiya malbatî yan jî civakî yan jî tundiya di aloziyan de li dijî jinan tê kirin, hate kirin.

Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye

Der barê bidawîkirina tecrîdê li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û daxwazên jinan têkildarî wê de, Kerîma El Hefnawî got: “Tecrîd û sûcên li dijî Rêber Abdullah Ocalan tên kirin, ne rewa ne jî qanûnî ne û tevahî pîvan û peymanên navneteweyî û yên mafên mirovan binpê dikin. Sedem çi dibe bila bibe, lê divê mafên girtiyan hebin. Divê jiyaneke înasanî jê re peyda bibe. Destûrê bidin hevdîtinên parêzer û malbatê re. Derman û dermankirina pêwîst li gorî nexweşiyê hebe. Lê ev giştî di şexê Rêber Abdullah Ocalan tê binpêkirin. Tecrîd li dijî qanûnên navneteweyî û edaleta mirovî ne.”

Têkildarî tecrîdê El Hefnawî wiha axivî: “Tecrîd, sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Ji ber ku di dawiyê de dibe sedema kuştina kesê li ser ev sûc hatiye ferzkirin. Her wiha dibe ku bi awayekî neyînî bandor li derûnî, beden û tenduristiya girtî bike.”

El Hefnawî balkişand ser daxwazên jinan ên pêkanîna azadiya fîzîkî ya Ocalan û got: “Ev yek ji daxwazên me ne ku li welatên xwe û seranserî cîhanê banga wê dikin. Em li dijî girtina her kesekî ne ku ji ber bawerî û ramana xwe tê girtin. Tevahî lihevkirin û peymanên navneteweyî vî tiştî red dikin. Lê li gel pergalên serdest û pergalên ku ji bo tunekirina her ramanekê, ewlehiyê binpê dikin û mirovan digirin, tu helwest nîşan nadin.”

Kerîma El Hefnawî destnîşan kir ku ji bo azadkirina Ocalan, divê nêrîneke giştî ya cîhanî hebe, divê jin xebatên xwe bi rêya rêxistinên jinan û tevahî rêxistinên hiqûqî yên cîhanî yên ku parastina mafên mirovan dikin, kar û xebatê bikin.

Di dawiyê de Kerîma wiha bi got: “Dema em bigihêjin cîhaneke bê tundî, ne tenê tundiya li ser jinan lê belê li ser tevahî beşên civakê, dema em digihêjin civakeke aştiyane, hevkar e ku berjewendiya gel di ser her tiştî re ye, li ser bingeha hevbeşiyê ava dibe, wê demê jin mafên xwe bi dest dixin. Her mirovek mafê xwe bi dest dixe û aştî li cîhanê serwer dibe.”