spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Daxwaza destpêkirina pêngaveke nû hat kirin

Komxebatên HDP û Partiya Çepên Kesk ên piştî hevdîtinên bi gel re hatin lidarxistin bi dawî bûn. Di komxebatan de ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd, îslama demokratîk û tifaqan hat xwestin ku pêngaveke nû bê destpêkirin.

Komxebat û atolyeyên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Çepên Kesk piştî hilbijartinê di çarçoveya pêvajoya rexne, xwerexnekirin û jinûveavakirinê de dabû destpêkirin bi dawî bûn. Bernameyên behsa xeberê piştî civînên bi gel re di meha tebaxê de dest pê kiribûn. Di vê çarçoveyê de du komxebatên ser esasê xwebirêxistinkirin û siyasî hatin lidarxistin. Her wiha atolyeyên xwesr ên jinan jî di nav de bi giştî 5 atolye hatin kirin. Nûnerên Tifaqa Ked û Azadiyê, akademîsyenên di qada xwe de pispor, endamên Lijneya Şêwirmendiyê ya HDP’ê, rêveberên partiyê û gel tev ki van komxebat û atolyeyan bûn.

Tevlibûneke xurt ji bo komxebat û atolyeyan hebû û pêşniyar bi nivîskî hatin pêşkeşkirin. Ji partiyan hat xwestin ku di serdema nû de xebatên Îslama Demokratîk bên zêdekirin, nirxên civakî berçav bên girtin û polîtîka di vê çarçoveyê de bên pêşxistin. Di pêşniyaran de hat xwestin ku bawerî bi awayekî azad û wekhev bên nirxandin û li dijî nêrîna Îslama Siyasî, bi sazî û avadaniyên pêşengtiya nirxên Îslama Demokratîk dikin re hevkarî were kirin.

Di atolyeyên têkildarî baweriyan hate xwestin ku di çarçoveya cewhera baweriya elewîtiyê de hewceya mercên xwebirêxistinkirina azad a derveyî îktîdarê bên afirandin û ji bo parastina daxwaza hemwelatiya wekhev têkoşîn were mezinkirin.

Xeta siyasî ya li Kurdistanê  

Di komxebatan de li ser perspektîfa HDP û Partiya Çepên Kesk a ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd û polîtîkayên çareserkirina pirsgirêkên neteweyî yên kurdan hatin nîqaşkirin û hat gotin ku divê bi pêşengtiya Tifaqa Kurdistanî, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) hemleyeke nû were destpêkirin. Hat ragihandin ku Partiya Çepên Kesk û HDP dê di çarçoveya pêşniyarên hatine kirin de ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd biryarên girîng bide.

Rewşa nû ya li Tirkiyeyê

Yek ji mijarên din a hatiye nîqaşkirin jî bêhêvitiya piştî hilbijartinên 14’ê gulanê de di nava gel de belav bûye. Di nîqaşên têkildarî mijarê de hat gotin ku dê hewayê neyînî yê piştî hilbijartinê hatiye afirandin ji hêla hêzên demokrasiyê ve bi tu awayî neyê qebûlkirin. Her wiha ev rexneye hate kirin; Tifaqa Ked û Azadiyê di mijara bûyîna sîwana hemû derdorên bindest, jin, kedkar, demokrat û hêzên sosyalîst ên çepgirde teng ma. Di encama nîqaşan de hat gotin ku divê tifaq xetekî siyasî ava bike û di serdema nû de pêşengtiya muxalefetê bike. Hat ragihandin ku dê çarçoveya xeta siyasî di pêvajoya pêş de di konferansan de bê nîqaşkirin.

Dê bên pêşkêşkirin

HDP û Partiya Çepên Kesk ber bi pêvajoya kongreyê ve diçin. Dê rexne û pêşniyarên di civînên gel de hatine kirin, yên di atolye û komxebatan de hatine kirin dê weke raporekê pêşkeşî komîsyona kongreyê were kirin. Dê HDP û Partiya Çepên Kesk di çarçoveya van encaman de jî xeta polîtîk a rêveberiya nû diyar bike.

Ajansa Mezopotamyayê