17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Pênûsên girtiyê resm xêz dikir desteser kirin

Bi ser qawîşa girtî Ahmet Herdem ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Kurkçulerê tê ragirtin de hate girtin û pênûsên wî yên resm pê xêz dikir hatin desteserkirin.

Girtî Ahmet Herdem li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Kurkçuler a Edeneyê tê ragirtin. Herdem, di hevdîtina ser telefonê ya bi malbata xwe re de qala binpêkirinan kir. Herdem, da zanîn ku ji 18’ê îlona 2020’an heta niha resman xêz dike û di dema serdegirtina qawîşan de pênûsên wî hatine desteserkirin. Herdem, got ku pênûsên wî bi hinceta “Alaya partiyê û sembolên wê xêz dike” hatine desteserkirin lê belê li odeya wî tu xêzên ala yan jî sembolên partiyê nehatine desteserkirin.

Herdem, ji bo ku pênûsên wî yên li depoya girtîgehê dîsa jê re bên dayîn serî li Dadgeriya Înfazê da.