5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Birayê Egît: 15’ê Tebaxê hêz û wêrekî da avakirin

Birayê Mahsûm Korkmaz Fehmî Korkmaz, diyar kir ku Cejna Vejînê ji bo gelê kurd bûye serhildaneke mîladî û ev tişt got: “Ev çalakî û Pêngava 15’ê Tebaxê bandorek mezin li gelê kurd kir, hêz û wêrekî da avakirin.”

Di 15’ê Tebaxa 1984’an de li navçeya Dihê ya Sêrtê bi pêşengiya Mahsûm Korkmaz (Egîd) li dijî polîtîkayên tunekirin û tunehesibandina gelê kurd û ji bo azadiya kurd û Kurdistanê Pêngava 15’ê Tebaxê bi çalakiyeke çekdarî pêk hat. Armanc ew bû ku bi vê çalakiyê gelê kurd hişyar bibe, ji bo maf û azadiya xwe têbikoşe. Ev çalakî ji bo gelê kurd bû mîladek. Di ser vê çalakî û pêngavê de 38 sal derbas bûn.  Gelê kurd vê rojê wekî Cejna Vejînê pênase dike û her sal 15’ê Tebaxê bi coş û kelecaneke mezin pêşwazî û pîroz dike. Bi munasebeta vê rojê birayê Mahsûm Korkmaz Fehmî Korkmaz, ji rojname ya me re axivî û qala birayê xwe Egîd û pêngava ku da destpêkirin kir.

Fehmî Korkmaz, destnîşan kir ku birayê wî Mahsûm Korkmaz beriya ku dest bi têkoşînê bike ji wan re gotiye dê derê çiyê û li dijî dewletê şer bike û bi van gotinan behsa birayê xwe kir: “Gelek mirov dizanin ku rewş çawa bû, gelek neheqî û derbe dihat kirin. Gelek caran leşkerên artêşa tirk di ser malan de digirtin. Dema ku dilê wan çawa dixwest bi wî awayî zext li gelê kurd dikirin. Ev tişt gelek bala hevalê Egîd dikişand. Gelek caran digot evana mirovên nebaş in tehdeyê li gel dikin. Ji xwişka min re dibêje ez ê leşkeran bikujim û ez ê derêm çiyê. Xwişka min hê jî dibêje ez wê demê matmayî mam û ji xwe re digot. ‘Ev kes çima ev tişt dibêje’. Nihêrtina wî ya li gel û kesayetan gelek pêş ketîbû.”

Armanca wan

Korkmaz, diyar kir ku wê demê gelek caran Mazlûm Dogan hatina wî ya Êlihê çêdibû û ev tişt got: “Me gelek caran ji xwe re digot vana amadekariya hinek tiştan dikin. Di destpêka avakirina tevgerê de hinek heval dihatin mala me û diçûn. Bavê min ji wan dipirsî, wan jî digot, ‘Armanca me ji bo doza kurdî ye’.  Ev bi xwe jî ji bo min şansek bû. Ji hemûyan bêhtir kekê Mazlûm, dihat bîra min. Gelek caran dihat bi kekê Egîd re hevdîtin dikir. Wê demê wan bixwe jî navê Mazlûm, bi keko xîtab dikirin. Ji xeynî mala me jî malên welatparêz gelek hebûn. Hêdî hêdî bi wî awayî xebatên xwe didan meşandin.”

Zextên giran

Bi domdarî Korkmaz, bi lêv kir ku gelek malbat di bin zext û zordariyên dewletê de hatine hiştin û wiha pê de çû: “Dewletê çawa ferq kir ku ew ê ev tevger edaletê bîne vî welatî û tiştên baş bike, ev têkoşîn tirseke mezin di dilê wan de afirand. Jixwe tişta ku dewlet xwe pê mezin dike bêedaletî û neheqî ye. Zexteke gelek mezin gihîşt hemû hevalan û malbatên me. Dema ku ez di girtîgehê de bûm gelek caran tundiyê li min dikirin, ji ber ku ez birayê Egîd bûm. Jixwe li der ve jî malbatên me di bin zextên dewletê de bûn.”

Pêşketina pêngavê

Korkmaz, bi bîr xist ku dema Egît û hevalê xwe dest bi çalakiyekê bikirina wan agahdar dikirin û ev agahî dan: “Piştî salên 1980’î dema ku Egîd û hevalên xwe derbasî aliyê din bûn, gelek caran ji me re agahî dihat û digotin, ‘Bila heval xwe ji çalakiyan re amade bikin’. Êdî em dizanibû ku dê dest bi çalakiyan bikin. Beriya çalakiyê bi mehekê bavê min hat serdana min a girtîgehê. Wê demê ji min re got, ‘Egîd gotiye bila ji hevalan re bibêje haya wan ji wan hebe. Bila bi tena serê xwe ji qawişên xwe derneyên, ger ku çûndina wan a nexweşxaneyê jî hebe bila hevalên xwe bi tenê nehêlin. Ji bavê min re gotina mizgîniyê bide wan me amadekariyên xwe ber bi qedandinê ve biriye, em ê dest bi çalakiyan bikin. Me mehekê beriya 15’ê Tebaxê ev agahî ji wan girtibû. Dîsa jî li gorî derfetên wê demê yên girtîhê me xwe gihand gelek girtîgehan û me wan agahdar kir. Ev tişt gelek kêfa hevalên me yên ku di girtîgehan de diman anî. Dema ku bavê min got, min bawer nedikir ku herim cem hevalan ji wan re bibêjim tiştek wisa dê bê kirin.”

Dewletê şoq derbas kir

Di berdewamê de Korkmaz, der barê pêşketina çalakiya Pêngava 15’ê Tebaxê de ev tişt anî ziman:  “Dema ku çalakî hat lidarxistin hinek dereng dan BBC. Dewletê di vir de şoq derbas kir û nedixwest ev çalakî bê bihîstin.  Lê belê ev çalakî ji gelê kurd re bû sedema wêrekî, coş û cejna vejînekê. Ev pêngav bandoreke mezin li gelê kurd kiribû, hestên xwebawerî û wêrekiyê pêş ketibû. Ji ber ku êdî hêzeke ku gelê kurd biparêze hebû.”

Şehadeta Egîd

Di dawiya axaftina xwe de Kormaz, bal kişand ser şehadeta Egîd û der barê mijarê de ev tişt gotin: “Ez wê demê di zindanê de bûm. Min ji kurê birayê xwe şehadeta wî bihîst. Di radyo û rojnameyên dewletê de behsa şehadeta Egîd kiribûn. Artêşa tirk gotibû, ‘Me Egîd kuştiye’.  Dema ku şehîd dikeve dewlet malbatê hemû dibe Sêrtê. Wê demê li girtîgehê hatin ber derê odeya min û ji min re jî gotin, ‘birayê te hatiye kuştin, em ê ji bo teşhîsa cenazeyê wî te jî bibin’. Hevalên zindanê jî zêde dil nekirin û ji min re gotin, ‘Ger ku vana te bibin jî dê di nîvê rê de tiştek bînin serê te’. Di wê navberê de ji bo ku dilê dewletê nekeve cih birayê min ji wan re gotibû ne ew e. Wê demê dewlet bi qasî hefteyekê malbatê radigire û bernade. Li gorî agahiyên ku dan me wî û 5 hevalên wî di têketina Newala Qesaban de veşartine. Lê piştî Egîd, bi komî şervanên ku şehîd diketin li Newala Qesaban vedişartin. Îro jî ev newal bûye cihê goristana şehîdan.”