27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dayik 23 roj in li sînor nobedê digirin

Dayikên Tirbespiyê ku zarokên wan di şer de jiyana xwe ji dest dane û Dayikên Aştiyê berê xwe dan Dergehê Sînor ê Sêmalkayê û beşdarî çalakiya konvedanê bûn. Dayikan di roja 23`yemîn de banga radestkirina cenazeyan kir. Di 28-29`ê Tebaxê de hêzên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) koma HPG’iyana ji 7 şervanan pêk dihat li herêma Xelîfanê xist kemînê. Di kemînê de 5 HPG’iyan jiyana xwe ji dest dan û yek jî birîndarî dîl hat girtin. Dayikên ku zarokên wan ji yana xwe ji dest dane 23 roj in li Dergehê Sînorê Sêmalkayê li ser sînorê başûrê Kurdistan kon vedane û dixwazin PDK cenazeyên zarokên wan bide. Dayikên şehîdan ên ji navçeya Tirbespiyê û Dayikên Aştiyê îro berê xwe da dergehê Sêmalka da ku beşdarî çalakiya konvedanê bibin û banga radestkirina cenazeyên gerîlayên HPG`ê şehîd Tolhildan Raman û Serdem Cûdî bikin.