27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dayik: Bêdeng nemînin

Çalakiya Nobeda Edaletê ku malbatên girtiyên nexweş û girtiyên ku înfazên wan hatine şewitandin û nayên berdan li Baroya Amedê dane destpêkirin di roja 40’emîn de didome. Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş, malbatên kesên di şer de jiyana xwe ji dest dane û xizmên girtiyan serdana malbatan kirin. Kesên hatin serdanê diyar kirin ku ji ber meseleya kurd neçareser nabe bi salane zilmê dibînin.

Ji dayikên hatin serdanê Meryem Tûran, destnîşan kir ku ji bo pêkanînên bêhiqûqî yên li girtîgehan didomin bi dawî bibin divê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe û got: “Ez tecrîda li ser Ocalan û hemû girtiyan şermezar dikim. Ji bo ku cenaze zêdetir dernekevin divê em bibin dengê girtiyan. Em ê binpêkirinên mafan û tecrîdê qebûl nekin.”

Ji malbatan Încî Guler jî bi lêv kir ku ji piştgiriyê hêzê digirin û dê rê li pêş cenazeyan bigirin û got: “Em bang li hemû malbatan dikin ku bêdeng nemînin.”

Parlamentera HDP’ê Meral Daniş Beştaş jî destnîşan kir ku girtîgeh vegeriyane navendên îşkenceyê û wiha got: “Em van mirinan normal nabînin. Her roj malbatên girtiyan serî li partiya me didin. Divê hemû hiqûqnas û mirovên xwedî wijdan ji girtîgehan re bibin deng. Em ê binpêkirinên mafan bişopînin.”